Çelengeke reş danîn ber sefaretxaneya Londrayê

Bi sedan kes li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a Londrayê kom bûn û çelengeke reş danîn pêş wê.

Li hemberî êrîşa dewleta Tirk a dagirker îro li pêşiya sefaretxaneya Tirk çalakiya protestoyê hate lidarxistin. Nûnerên sendîkaya RMT, Konfederasyona Sendîkayên Îngîltereyê û endamên Meclîsa Gel a Kurdan jî di nav de bi sedan kes bi alayên YPG û YPJ’ê çalakî li dar xistin.

Di axaftinên çalakiyê de hate diyarkirin ku YPG’ê li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye nabe ku jê re terorîst were gotin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê Îngîltere têkiliyên xwe yên parastin û ekonomîk yên bi Tirkiyeyê re bide sekinandin.

Di çalakiyê de çelengeke reş danîn ber sefaretxaneyê. Li ser çelengê jî ‘dagirkeriya li Rojava bi dawî bikin’ hate nivîsandin.

Çalakî bi sloganên ‘Erdoganê terorîst’û ‘Erdoganê dîktator’ hate berzkirin.