Çekyayê li hemberî dagirkeriyê pêşnûmayek qebûl kir

Li Çekyayê Meclîsa Nûneran pêşnûmaya li ser şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl kir.

Di pêşnûmayê de hate diyarkirin ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Hate diyarkirin ku 147 parlementeran dengê erê dane vê pêşnûmayê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku peywir dane serokwezîr Andrej Babîs ji bo ku li Yekîtiya Ewropayê pêşniyaza zextên ekonomîk û siyasî ya li Erdogan bike,

Çekya yek ji welatê yekemîn e ku biryar da ku çekan nefiroşe Tirkiyeyê.