Li bajarê Swîsre yê Cenevreyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji 25’ê Çileya 2021’an heta niha li pêşiya NY’ê her roja çarşemê çalakiya rûniştinê didome. Vê hefteyê rêxistinên Ciwanên Kurd TCŞ û Teko-JIN xwedî li çalakiyê derketin.
Çalakî di şexsê fedaiyên çalakiya TUSAŞ’ê Asya Alî û Rojger Hêlîn de bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê (DKTM) Îbrahîm Yuksel axaftinek kir. Yuksel diyar kir ku ev nêzî sê salan e li vê derê çalakiyan li dar dixin û wiha got: “Heta Rêber Apo azad bibe dê gelê Kurd li qadan têkoşîna xwe bidomîne.”
Piştî axaftina Yuksel li ser navê TCŞ û Teko-JINê daxuyaniyên Kurdî û Erebî hatin dayîn. Ewil Hakan Yilmaz axiv û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger careke din bi vî awayî bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû aliyên di Komploya Navneteweyî de cih girtine kir: “Divê rexnedayîna xiyaneta li hember Kurdan hatî kirin bê dayîn û li pêşiya azadiya Rêber Apo û gelê Kurd nebin asteng. Her wiha divê bi dijminên Kurdan re hevalbendiyê nekin. Bila hemû cîhan bizane ku gelê Kurd dilsozê Rêberê xwe û Şervanên Azadiya Kurdistanê ne. Em wek Tevgwra Ciwanên Şoreşger soz didin gelê xwe ku em ê bi ruhê Apoyî li her dera ku em lê ne agirê azadiyê gur bikin. Heta ku azadiya Rêber û welatê xwe pêk bînin, em ê li qadan bin.”
Kurdistaniyan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê domand.