Çalakiyên xwedîderketina berxwedanê didomin

Li bajarên Osnabruck, Hamburg û Marsilyayê bi armanca xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê çalakî pêk hatin.

Li bajarê Osnabruck ê Elmanyayê ji bo xwedîderketina grevên birçîbûn û rojiyên mirinê çalakiyek pêk anîn.

Çalakgeran ji bo piştgiriya ji bo Dayikên Laçikspî, laçikên spî dan serê xwe û pankarta li ser,“7000 hezar kes di greva birçîbûnê de ne”, “Em piştgirî didin kurdên ketî greva birçîbûnê” nivîsî hate rakirin.

Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê jî ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê mîtîngek hate lidarxistin û di mîtîngê de danezanek hate xwendin.

Di mîtîngê de pankarta ku li serê, “Tecrîdkirina Ocalan bidawî bikin” û wêneyên Leyla Guvenê hatin rakirin.

Di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên, “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana me ya greva birçîbûnê”, “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

MARSILYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanên endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balê bikêşin ser grevên birçîbûnê çalakiyek pêk anîn.

Ciwanan pankart vekirin, belavok belav kirin û di gel di derbarê berxwedanê de agahdar kirin.