Çalakiyên piştevaniya bi Rojava re dewam in

Hêrsa Kurdistaniyên li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan mezin dibe. Di çalakiyan de bang hate kirin ku welatên YE’yê li dijî êrîşên Tirk bibin xwedî helwest.

Partiya Fransaî a Komunîs a Metz bi destpêkirina êrîşên dagirker ên li ser Rojava re li pêşiya Walîtiya Metzê çalakiyek kirin.

MARSÎLYA

Bê navber çalakiyên endamên Tevgerên Ciwanên Şoreşger a Marsîlya û MArganane dewam dikin. Ciwanan di saetên şevê de li balafireha Marsîlyayê çalakiyek kirin.

LORÎENT

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lorîent a Fransayê jî daketin qadan êrîş protestokirin. Di çalakiyê de bang di serî de li hikûmeta Fransa û endamên aliyê YE’yê hate kirin ku li dijî êrîşan bibin xwedî helwestên zelal.

TRONDHEÎM

Weke gelek bajaran li bajarê Trondheîm ê bajarê peravê Norweçê jî êrîşên dagirker ên Tirk a li ser Rojava bi çalakiyekê û mîtîngekê hate protestokirin.

STANVAGER

Kurdistanî û dostên wan ên Norweçî yên li bajarê Stavanger a Norweçê hatin b hev dagirkeriya li Rojava şermezar kirin. Hate gotin ku Kurd ne tenê ne.

LAVÎRO

Hêrsa li dijî dagirkeriya li ser Rojava li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê jî mezin bû. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku çawa li Kobanê li ber xwe dan wê niha jî heman şêweyî li ber xwe bidin.

LÎNZ

Kurd û dostên wan ên li herêma Lînz a Evûstûryayê dijîn jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Federasyona Gelên Demokratîk a Ewûstûryayê, ATÎGF û saziyên ATÎK jî destek dan çalakiyê.