Çalakiyên li dijî tecrîdê yên li Ewropayê dewam dikin

Çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Ewropayê bi awayekî bê navber dewam dikin.

Ji bo piştevaniya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 63 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, li bajarê Aaraû yê Swîsreyê çalakiyek hate lidarxistin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn, bi rayedarên Partiya Sosyalîst, Dêrên Katolîk û Protestan û radyoyên xwecihî re hevdîtin hatin kirin û li ser naveroka greva birçîbûnê dosya hatin dayin.

MARSÎLYA/MARÎGNAN

Bi heman armancê li bajarê Marîgnan ê Fransayê, çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin. Meşa ku ji meydana Marîgnanê dest pê kir, heta ber avahiya şaredariyê dewam kir.

Piştre daxuyaniyek hate dayin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ciwan canfedayên Apo ne" hatin qîrîn.

DÛÎSBÛRG

Çalakiyeke din a bêîteatiya sivîl li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê pêk hat. Meşa ku bi pêşengiya jinên ciwan hate lidarxistin, heta Marxlof Pohlmannê dewam kir. Ciwanan alên PKK, KCK û posterên Ocalan vekirin.

BORDEAÛX

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê li bajarê Bordeaûx ê Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl idarxistin.

Çalakî li gara trenê ya Bordeaûx-Saînt-Jeanê pêk hat û pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hate vekirin.

Di çalakiyê de belavok hate xwendin û sirûda "Çerxa Şoreşê" hate gotin.

CARDÎFF

Li paytexta Gallerê Cardîffê jî ji bo piştgirî ji çalakgerên greva birçîbûnê re were dayin, standa agahdarkirinê hate danîn.