Çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk dewam dike

Kurdistanî û dostên wan ên li Swêdê daketin qadan çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava bê navber didomînin.

Kurdistanî û dostên wan li gelek navendên Swêdê daketin qadan û dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

STOCKHOLM

Li Stockholmê Kurdistanî û dostên wan ên hatin ba hev bi hildana dowîz û alên PYD, YPG/YPJ’ê û qîrkirina dirûşman dagirkerî protesto kirin. Li vir li ser navê Komîteya Piştevaniya bi Rojava re Doç.Dr. Osman Aytar axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji roja ava bûye û heta niha li hember her daxwazekî biçûk a gelê Kurd jî serî li şidetê daye. Aytar got: “Çawa ku DAÎŞ li ber berxwedan Kurdan têk çû, wê dewleta Tirk jî têk biçe.”

Li ser navê Meclîsa Jinan a Amarayê jî Ayşe Goktepe axivî û diyar kir ku gelê Kurd wê heta dawî Rojava biparêze. Goktepe daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku gûşaran li ser Tirkiyeyê bide sepandin.

ÛPPSALA

Li Qada Stotoraget Kurdistanî û dostên wan ên hatin ba hev bi mîtîngekê dagirkeriya Tirk a li ser Rojava protesto kirin. Parlementera Partiya Çep Ilona Szatmarî Waldaû û SErokê Herêma Ûppsûla Trobjorn Bjorlûnd axivî û êrîşa dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û diyar kir ku mijar birine rojeva Parlementoyê.

Nûnerê Partiya Karker a Sosyal Demokrat jî diyar kir ku Ewropa û hemû cîhan bi saya Kurda a çeteyên DAÎŞ’ê tarûmar kirin kete nava ewlekariyê. Nûner got: “Divê kurd bên xelat kirin ne bên bombekirin.”