Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya NY’yê di hefteya 2’an de ye
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Ofîsa NY’ya Cenevreyê ji bo dengê girtiyên ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê di hefteya duyemîn de ye.
Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Ofîsa NY’ya Cenevreyê ji bo dengê girtiyên ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê di hefteya duyemîn de ye.
Kurdistaniyên ku hefteya borî li pêşiya NY’yê bi konê berxwedanê re starta çalakiyan da, tevî hewaya xirab jî çalakiya xwe didomîne.
Çalakî vê hefteyê ji aliyê aktivîstên Meclîsa Gel a Lûzernê ve hate dewirgirtin. Çalakî di şexsê yek ji Fermandara YJA Starê Viyan Soran a li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir deqeyek rêz hate gitin.
Kurdistaniyan tevî hewaya sar jî çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya NY’yê didomîne.
Heyetek ji şaredariya Cenevreyê serdana çalakvanan kirin. Li ser navê heyetê ji encmûmenên şaredariyê Alfonso Gomez diyar kir ku daxwazên çalakvanan di warê demokrasiyê de bi heq in û got: “Gelê Kurd ji bo mafê xwe bi dest bixin, xweseriya xwe pêk bînin, bi salan e têdikoşin. Di vê wateyê de heskirina gelê cîhanê girtiye û bûye hêz.”
Gomez diyar kir ku bêdengiya dewletên Ewropa û NY’yê ya li ber tecrîdê ji berjewendiyên wan tê.
Gomez anî ziman ku piştevaniya gelê Kurd dikin, wê piştevaniya çalakiyan jî bikin.
Li aliyê din starta kampanya nameyan a ji bo daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1’ê Sbatê hate destpêkirin. Şaredariya Cenevreyê desteka xwe ya ji bo kampanyayê jî diyar kir.
Ji bo gihiştina nameyan a ji bo Neteweyên Yekbûyî wê li Şaredariya Cenevreyê xebatê bên kirin.
Abdulrehman Îlbaş ê ji Lûzernê tevlî çalakiyê bûbû ji ANF’ê re axivî û got: “Em ji bo hem komploya navneteweyî şermezar bikin û heman demê dengê girtiyan bigihînin li pêşiya NY’yê dest bi çalakiyê kirine. Heta Rêberê me bi awayekî fîzîkî azad nebe û tecrîd bi dawî nebe wê çalakiyên me bidomin.”
Çalakiya rûniştinê di nava hefteyê de roja Duşem, Sêşem û Çarşemê tê kirin. Çalakiya roja Sêşemê jî wê ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Bernê ve bê dewirgirtin.