Çalakiya rûniştinê ya girseyî ya li pêşiya KE’yê didome

Çalakiya rûniştinê ya girseyî ya bi pêşengtiya KCDK-E û TJK-E’yê de ji bo deng bidin grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li pêşiya KE’yê dabû destpêkirin didome.

 Çalakiya berî du hefteyan 5 rojan li pêşiya Parlemetoya Ewropayê (PE) dabû destpêkirin, hefteya borî û vir ve bi şêweyê çalakiya rûniştinê li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) dewam dike. Çalakiya bi pêşengtiya Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropa (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) tevî barana zêde jî saet 10:00-17:00’an dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya bi tevlîbûna gelek Kurdistaniyên ji gelek welatên Ewropayê bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) a ku yekane saziya bi erke ku serdana Ocalan bike, bikeve tevgerê.

NAV-YEK: NEBIN HEVKARÊN SÛCÊ DIJ MIROVAHIYÊ!

Çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Hevseroka Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YEK) Çîçek Yildiz axivî û anî ziman ku ji bo şikandina tecrîdê xwedî li çalakiyên tên lidarxistin dibin. Yildiz diyar kir ku tecrîd li ser gelê Kurd e. Yildiz destnîşan kir ku heta tecrîd bidome wê çalakiyên xwe dewam bikin. Yildiz banbg li saziyên Ewropayê kirin ku nebin hevkarên sûcên dewleta Tirk a dij mirovahiyê.

BANG: DIVÊ ELEWÎ LI ÇALAKIYAN XWEDÎ DERKEVIN

Ji rêveberên Federasyona Elewiyên Demokratîk Ayten Şîmşîr axivî û destnîşan kir ku saziyên Elewî parçeyekî girîng ên têkoşîna azadiyê ne û bal kişand ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye. Şîmşek anî ziman ku heta tecrîd dewam bike wê têkoşînê bidomînin. Yildiz bang li saziyên Elewî kir ku xwedî li çalakiyan derkevin.

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca ya ji bo rûniştina MPKE ya vê hefteyê ku bê lidarxistin li Strasborûgê bû li gel nûnerê HDP’ê yê KE’yê Fayîk Yagizay serdana çalakvanan kirin.

Nûnerê HDP’ê Fayîk Yagizay diyar kir ku ji destpêkirina çalakiyên grevên birçîbûnê ve li ser grevan gelek serdan li saziyên Ewropî kirin.e Yagizay di vê pêvajoyê de bûne parçeyek ji berxwedana gelê Kurd bi xebatên dîplomatîk ên bi rê ve dibin, bandorek mezin çêkirine. Yagizay anî ziman ku yek ji parçeyeya herî mezin a dîplomatîk çalakiyên gel in.

Fayîk Yagizay li ser Komîteya Pêşîlêgirtoma Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropa û Parlementoya Ewropa (KE) agahî da. Yagizay di meha Çileyê de MPKE bi lezgîn Tirkiyeye kiriye rojeva xwe. Yagizay biryara MPKE ya meha Çileyê xistiye rojeva xwe bibîr xist, rapora CPT’ê ya berê amadekiribû destnîşan kir û got: “Mafê hevdîtinê yê parêzer û malbatê heye ku bi Ocalan re pêk bîne.” bang li Tirkiyeyê kiribû ku divê li gorî vê tevbigerin.

Yagizay da xuyakirin ku eger Tirkiye li gorî vê destûrê tevnegere wê Komîteya Wezîran a KE’yê bikeve tevgerê, ji bo wan hatiye gotin ku eger Tirkiye ne li gorî Komîteya Wezîran û wan tev negertin wê tedbîrên pêwîst bigirin.

Fayîk Yagizay bi domdarî got; “Li Meclîsa Parlamentoya Konseya Ewropayê (MPKE) êdî ji aliyê tu komekê ve heyeta AKP û MHP’ê nayê qebûl kirin. AKP-MHP’ê hinek parlamenterên rastgir ên girtine cem xwe û komên xwe ava kirine. Daxwaza şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwazekî mafdar e. Heta ku encam were girtin em ê bi CPT û saziyên din ên Ewropayê re bicivin. Gelê Kurd ji derve û em ê jî li hundir berxwe bidin û em ê tecrîdê bişkînin û serbikevin.”

ÛCA: BI TECRÎDA OCALAN RE TECRÎDEK TOPYEKUN LI KURDISTANÊ HEYE

Di serdanê de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî axivî û got; “Berxwedana gelê Kurd ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedanekî dîrokî ye. Bi salan e ev têkoşîn didome û ev têkoşîna ku xwedî lê tê derketin wê demek nêz de encam bigre. Cîhan li dijî tecrîd û şerê dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd ‘Ker û Lal e’. Çalakiyên fedayî yên li girtîgehan li dijî vê bêdengiyê pêk hatin.

‘GELÊ KURD PIŞTGIRIYA XWE YA BI BERXWEDANÊ RE DIYAR KIR’

Feleknas Ûca got, tecrîd tê wateya tecrîda topyekun a li Kurdistanê û tevî hemû zextan gelê Kurd bi berxwedanê bersiva faşîzmê da. Ûca got gelê Kurd xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derket û bi 8’ê Adarê, Newroz û helwesta hilbijartinê de bi vekirî nîşan da. Ûca got serketin nêz e û bang li her kesê kir ku li dora berxwedana dîrokî bibin xelek.

DAXWAZ JI KE Û CPT TÊ KIRIN KU BI ERKA XWE RABIN

Kurdistaniyên ku li gelek welatên Ewropayê dijîn beşdarî çalakiyên li Ewropayê bûne, nûner û rêveberên saziyên cûda yên Ewropayê jî piştgiriya çalakiyê dikin. Çalakiya rûniştinê ku kete hefteya 3’emîn xwedî li grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin û bang li Konseya Ewropa û CPT tê kirin ku bi erka xwe rabiin.

Çalakî wê seat 17:00’an bi dawî bibe û di çarçoveya çalakiyê de wê sibê seat 10:00’an dîsan li pêşiya Konseya Ewropayê li hev bicivin.