Çalakiya rûniştinê: Heta Rêbertiya me azad nebe em ê li qadan bin

Çalakiya nobedê ya di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ li bajarê Marsîlya ya Fransayê hate lidarxistin, didome.

Çalakiya nobeda ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan hatibû destpêkirin, li gelek bajarê Ewropayê didome.

Di vê çarçoveyê de li qada Vîeûx-Portê Kurditaniyên ji Bordeaûx, Montpellîer, Marsîlya, Toûloûse û Dragûîman hatin tevlî çalakiyê bûn.

Her roj çalakiya ku saet 10:00’an destpê dike, tevahiya rojê belavok tên xwendin. Meclîs Jinan a Şehîd Arîn Mîrkan di çarçoveya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ îmze kom kirin.

Di axaftinên hatin kirin de, berxwedana Garê silav kirin, peyama ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe wê li qadan bin.

Di dawiyê de banga tevlîbûna çalakiya roja Şemiyê hate kirin.