Çalakiya ciwanên Kurd û enternasyonalîstan di roja 4’an de ye
Meşa ciwanên Kurd û enternasyonalîstan ku 5’ê Sibatê li Hanaû ya Elmanyayê dabû destpêkirin di roja xwe ya 4’an de didome.
Meşa ciwanên Kurd û enternasyonalîstan ku 5’ê Sibatê li Hanaû ya Elmanyayê dabû destpêkirin di roja xwe ya 4’an de didome.
Çalakiya hevpar a Tevgera Ciwanên Şoreşger, TEKO-Jin û enternasyonalîsta li Hanaû yê bi mîtîngekê dabûn destpêkirin.
Çalakiya ku ji bo rasthatina salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd hatibû pêkanîn, hatibû oraganîzekirin, di roja 4’an de li Darmstadtê dom dike.
Calakiyên saet 14:00’an li pêşiya gara trenê hatin ba hev ber bi Frîedensplatzê ve ketin meşê.
Piştî meşa nêzî 2 saetan dom kir û şûnde li qadê mîtîngek hate kirin. Hunermendên TEV-Çandê jî tevlî çalakiyê bûn.
Li ser navê Însiyatîfa Komuna Demokratîk a Şoreşgerên Ewropa (ADDKÎ) Huseyîn Ateş di açalakiyê de axivî. Ateş anî ziman ku tevî hewaya sar jî şoreşger li her derê li qadan in û got: “Bila desthilata faşîst a AKP-MHP’ê vê baş bibîne. Em bi hêviya heta roja azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî dimeş in. Em ê bi hev re li qadên Amed û Stenbolê govenda azadiyê bigerînin.”
Tevî hewaya sar jî çalakvan bi biryardarî 6 kêlometre meşiyan.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azad,’, ‘Bi Hev Re Serhildan’, ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ û ‘Bijî Piştevaniya Enternasyonalîst’ qîrkirin.
Çalakvan di roja 5’an de ango 9’ê Sibatê wê saet 14:30’î li Feûerwehrach a Manheîmê bên ba hev. Yekbûyî wê sibe berî çalakiyê saet 11:00’an li NCKD a Mannheîmê bên ba hev û wê li cihê ku Şehîd Ronahî û Bêrîvan çalakî lê kirî, merasîmeke ya bîranînê lidar bixin.