Çalakgerên greva birçîbûnê yên Strasboûrgê banga mudaxeleyê li gel kirin
Çalakgerên greva birçîbûnê di roja 49'an a grevê de bang li gel kirin ku mudaxeleyê li pêvajoyê bikin û wiha pêşî dikare li windahiyên mezin were girtin.
Çalakgerên greva birçîbûnê di roja 49'an a grevê de bang li gel kirin ku mudaxeleyê li pêvajoyê bikin û wiha pêşî dikare li windahiyên mezin were girtin.
Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê ya bi mebesta şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rona 49'an de bi biryardarî didome.
Ji welatên cuda yên Ewropayê serdana gel a li çalakiyê didome û çalakger ji gel daxwaz dikin ku zêdetir tevî pêvajoyê bibin.
‘'ÇAVNEBARÎ LU GULEKÊ JÎ KIRIN'
Yek ji çalakgeran, akademîsyenê ji Rojhilatê Kurdistanê Kardo Bokanî di serdana girseyî ya gel de axivî, got têkiliya bi cîhanê re ya Rêberê Gelê Kurd, ku ev 20 sal in esaret li ser heye hatiye, qutkirin. Bokanî got, ''li ber pencereya wî gulek şîna hatibû û ew jî ji ra hilkirin'' û diyar kir bê ka tecrîd hatiye asteke çawa, ku qebûlkirina wê ne pêkan e.
Bokanî diyar kir di pêvajoya aştiyê de kêm jî be têkiliya Ocalan bi gel re hatibû danî û got tecrîd di asteke wiha de ye ku qebûlkirina wê ne pêkan e.
ZANA Û DILNIZM E
Boanî got Ocalan mirovekî dilnizm e û domand, ''Her hevdîtinê digot,'ji min re vê pirtûkê bînin' an jî digot, 'li ser vê mijarê dixwazim hûr bibim''. Lê ti caran negotiye, 'ez dizanim''. Digot, ew î tiştek nekiriye. Ango mirovekî wiha mezin û zane ye.''
'ÇALAKIYA ME REXNEDANIYEK E'
Bokanî ji bo pêşîlêgirtina tecrîdê berpirsyariya Konseya Ewropayê û CPT'yê bi bîr xist û got, li gel ku ev 49 roj in di grevê de jî ti gav neavêtine.
Bokanî her wiha bi domdarî got di berxwedana greva birçîbûnê de berê wan li gel e û domand, ''Heke me rola xwe baş bilista niha Kurditan wê azad bûya, Rêbertî wê azad bûye. Pêşî divê em rexneyê li xwe bînin. Em şoreşger, tevger, tevgera rexne û rexnedayinê ne. Ji bo vê jî me greva birçîbûnê da destpêkirin. Em rexneyê li xwe tînin.''
'HEKE GEL TEVLÊ NEBE DIBE KU EM KURDISTANÊ JÎ JI DEST BIDIN'
Kardo Bokanî di vê pêvajoyê de bal kişande ser rola gel û got divê gel hê çalaktir mudaheleyî pêvajoyê bibe. Bokanî dagirbûna Kerkûkê û Efrînê mînak nîşan da û got, ''Divê em li ser piyan bin. An na, em binerin li Efrînê, li Kerkûkê çi bû? Heke gel ranebe ser piyan dibe ku hemû Kurdistan ji dest me biçe.''