Çalakgerê greva birçîbûnê Xelîl rakirin nexweşxaneyê

Şiyar Xelîl ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 121 rojî li Elmanya di greva birçîbûnê de mayî, ji ber rîtma dilê bi pergalî lêneda rakirine nexweşxanê.

Li gorî agahiyan Şiyar Xelîl îro (înê) rakirin Navenda Dil a Elman a li Mûnîhê. Hate gotin ji ber rîtma dilê Xelîl xirab e tê tedawîkirin. Têkilî rewşa tenduristiya Xelîl agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Xelîl, li gel sê aktivistên Kurd li Elmanya ketibû greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Xelîl ku 121 rojî di greva birçîbûnê de mabû, bi peyama Ocalan re 26'ê Gulanê li gel hemû çalakgerên greva birçîbûnê dawî li çalakiya xwe anîbû.