BI DÎMEN

4 şehîdên azadiya Kurdistanê li Lozanê hatin bibîranîn

Çar Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, li Lozanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Şehîd Îbrahîm Halîl Atli (Şînasî) yê 16’ê Îlona 1991’an li Çewlîgê, Ummu Cîhat Atli (Rewşen Amed) ya 22’ê Îlona 2016’an li Zagrosê, Zulfiye Bînbîr (Roşna Egîd) ya 2’ê Îlona 2023’an de li Rojava û Bêrîvan Onal (Ararat Zerzan) ya di 1’ê Îlona 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi tevlîbûna gelek Kurdistanî, nûnerên Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê Mûsa Farisogûllari li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê hat lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê ewilî berdevkê Komsiyona Malbatên Şehîdan a CDK-Ln’yê Welat Erbey, navê şehîdan xwend û der barê têkoşîna wan de agahî da.

Nûnerê KOMAW’ê Mûstafa Karahan jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Karahan anî ziman ku şehîdan ji bo azadiya gelê xwe giyanê xwe feda kirine û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’ê Tebaxê de li Silêmaniyê hatin qetilkirin, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Alî Dînçer (Orhan Cîhat Bîngol) yê 6’ê Hezîranê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û Tekîn Goyî (Îsmet Unver) ê di 19’ê Tebaxê de li Qamişlo şehîd bûbû, bi bîr anî.

Malbatên şehîdan jî anîn ziman ku ew ê timî li pey şopa şehîdan bin û têkoşînê geş bikin.

Mûsa Farisogullarî jî axivî û bal kişand bi ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser şehîdan. Bi domdarî Farisogullarî bal kişand bi ser xiyaneta PDK’ê û got: “Sedema şehadetên dawî xiyaneta PDK’ê ye. Li dijî xiyaneta PDK’ê divê gelê Kurd helwestê bigre.”

Bîranîn bi sînevîzyona li ser şehîdan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.