BI DÎMEN

4'ê Nîsanê li Tambovê hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Tambovê yê Rûsyayê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Mala Kurdan a li navçeya Mîçûrînsk a bajarê Tambovê yê Rûsyayê hate lidarxistin.

Hevseroka Meclîsa Jinê ya herêmê Gulîzera Hesen li ser mijarê axivî û got, "Ji Rûsyayê heta Îmraliyê em rojbûnê li Serokê xwe pîroz dikin. Rojbûna Serok Apo rojbûna gelê Kurd e. Me bi Serokê xwe, xwe û dîroka xwe nas kir. Bi vî rengî me karîbû hebûna xwe biparêzin."

Pîrozbahiyê bi stran û govendê dewam kir. Koma Dîcle û Firatê hunera xwe ya govendê pêşkêş kir.

Pîrozbahî heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.