14 sendîkayên Brîtanî bersiv dane gefên sefîrê Tirk
Sefîrê Tirk ê Londonê sendîkayên ku destekê dide Kurdan, gef li wan xwar. Serokên Giştî yên 14 sendîkayên Brîtanî li dijî gefxwarinê gotin, ''Em ê li pişt Kurdan bin''.
Sefîrê Tirk ê Londonê sendîkayên ku destekê dide Kurdan, gef li wan xwar. Serokên Giştî yên 14 sendîkayên Brîtanî li dijî gefxwarinê gotin, ''Em ê li pişt Kurdan bin''.
Sefîrê Tirk ê Londonê Umît Yalçin bi nameyekê ji sendîkayên li pişt Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî name şandibû û xwestibû ku ji kampanyayê vekişin. Yalçin her wiha ferz kriibû ku bernameya Sêşemê ya ji bo desteka li Kurdan a li Şarederiya Mezin a Londonê were betalkirin.
Sefîrê Tirk di nameyê de ji bo bernameyê gotibû hewldaneke 'provakatîf' e û xwestibû ku dev ji daxwaza azaadiya Ocalan biqerin.
ELEQEYEKE ZÊDE YA JI B RESEPSIYONÊ
Li gel zext û zordariyan jî kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî'' ku sendîkayên Kralîyeta Yekbûyî 2016'an li Parlamentoyê dabûne destpêkirin didome, li gel helwdana betalkirina bernmeya li Şaredariya Mezin a Londonê jî ya bi çarçoweya kampanyayê gelek nûnerên sendîkayan, rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedar û aktivîst hazir bûn.
'EM SERÊ XWE LI BER GEFXWARINÊ NETEWÎNIN'
Nûnerê sendîkaya Unîte The Unîon û hevserokê Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî Sîmon Dubbîns got, ew ê li ber gefên dewleta Tirk serê xwe netewînin û ji her demê zêdetir pişta Kurdan bigirin.
Dubbîns got, ''Zelal e ku ku dewleta Tirk ne yî dilxweş e ku em pişta Kurdan digirin. Em ê ji berê zêdetir bi biryar bi Kurdan re bin û kampanyaya Ji Ocalan re Azadî geştir bikin.''
'HEVGIRTINA KURDAN PEYWIRA ME YE'
Endamê Meclîsa Şaredariyê Unmessh Desaî jî got hevgirtina bi gelên çewisandî re ji bo wan peywirek e û gefên sefîrê Tirk wê wan ji vê rêyê dûr nexîne.
Desaî got, peywira wan e ku balê bikişînin êrîşên Erdogan ê li ser Kurdan û muxalîfan û got, ''Em ji bo ku balê bikişînin ser hewldana dagirkirina Rojava û ji bo bang bikin ku Ocalan azad bibe û di çareseriya demokratîk a pirsa Kurd de rola xwe bilîze vê bernameyê li dar xixin. Ez û hevalên xwe di vê mijarê de biryardar in û zext ji kê were bila were em ji ya xwe nayên xwarê''
SEROKÊ 14 SENDÎKAYAN BERSIV DANE GEFÊN SEFÎRÊ TIRK
Serokên Giştî yên sendîkayan ku nûneriya nêzî 5 milyon karker dikin, nameyeke ji sefîrê Tirk re şandin û gotin, ew ê desteka xwe ya li kampanyaya ji bo azadiya Ocalan bidomînin û bernameya ku plana wê hatiye danîn wê pêk were.
Di nameyê de hate gotin, ''Em ji binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyê û ji êrîşên ser Kurdan pir bi fikar in. Em ji xwe re weke prensîbê dibînin heta ku Kurd azad bibin, li cem Kurdan bin.
Em ji tecrûbeyên xwe yên Kralîyeta Yekbûyî û Irlandayê zanin şerê çekdarî li ser civaka sivîl bandorke hilweşîner dike. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji 2015'an hevdîtinên aştiyê yên bi lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan re bi yek alî qedand û vê hêviya me şikand. Em bawer dikin ji bo ku li Tirkiyê aştî bibe, divê dîsa bi lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan re û bi nûnerên gelê Kurd re hevdîtin çêbibin. Lê heta ku li ser Rêzdar Ocalan tecrîd hebe û nikaribe parêzer û malbata xwe bibîne ev ne pêkan e. Ji bo vê jî şertê dijmirovî divê demildest werin başkirin û ji ji bo ku li welêt aştî çêbibe em bang li Tirkiyê dikin ku Ocalan were berdan.''
Serokên sendîkayê ku name îmze kirine:
Mîck Whelan – Serokê Giştî yê Associated Society of Locomotive Engineers and Firemen
Dave Ward – Serokê Giştî yê Communications Workers Union
Larry Flanagan – Serokê Giştî yê Educational Institute of Scotland
Matt Wrack - Genel Başkan yê Fire Brigades Union
Doug Nicholls – Serokê Giştî yê General Federation of Trade Unions
Tim Roache – Serokê Giştî yê GMB union
Mary Bousted - Serokê Giştî yê National Education Union
Kevin Courtney - Serokê Giştî yê National Education Unio
Mick Cash - Serokê Giştî yê National Union of Rail, Maritime and Transport Workers
Mike Clancy – Serokê Giştî yê Prospect
Mark Serwotka - Serokê Giştî yê Public and Commercial Services Union
Manuel Cortes - Serokê Giştî yê Transport Salaried Staffs' Association
Len McCluskey – Serokê Giştî yê Unite the Union
Paddy Lillis - Serokê Giştî yê Union of Shop, Distributive and Allied Workers 3
Stephen Cavalier – Rêveberê Thompsons Solicitors