Li Şaredariya Bajarê Mezin a Londonê daxwaza azadiya Ocalan

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Londonê di resepsiyonekê de daxwaza rakirina tecrîdê û serbestiya Ocalan hate kirin. Di resepsiyonê de çalakiyên greva birçîbûnê jî hatin silavkirin.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelemperiya Kurdistan û cîhanê grevên birçîbûnê û çalakiyên piştgiriyê dewam dikin. Li paytexta Îngilîstan Londonê, di çarçoveya kampanya "Azadî ji Ocalan re" resepsiyonek hate lidarxistin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Kampanya ku ji aliyê sendîkayên UNITE, GMB, FBU, ASLEF, TSSA, RMT, USDAW, PROSPECT, GFTU, PCS, EIS, TUC, THOMPSONS SOLICITORS, CWU û NEU ve tê birêvebirin, li nava eniya kedê ya Qraliyeta Yekbûyî her mezin dibe.

Ji Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Londonê Ûnmesh Desaî malovanî ji resepsiyonê re kir. Resepsiyon li avahiya sereke ya Şaredariya Bajarê Mezin pêk hat. Alîkara Serokê Meclîsa Şaredariyê Jenette Arnold di destpêka resepsiyonê de axivî.

Tevî endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Desaî û Arnold, nûnerên sendîkayên Stephen Smellie-Unison, Simon Dubbins-Unite The Union, Stephen Cavalier-Thomson Solicitors, Alî Gul Ozbek-Edalet ji Kurdistanê re û nûnerê sendîkaya GMB'ê li resepsiyonê axivîn.

DÛBBÎNS: DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE

Hevserokê Kampanya 'Azadî ji Ocalan re' Sîmon Dûbbîns daxuyanî da û diyar kir, divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Ocalan azad bibe. Dûbbîns bang kir ku piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê bê zêdekirin.

Dûbbîns got, "Birêz Ocalan 20 sal in li girtîgeha Îmraliyê ye. Şert û mercên li Tirkiyeyê roj bi roj nebaş dibin û gefên êrîşê yên li ser Rojava dewam dikin. Di vê dema zehmet de, divê em sendîkavan karê xwe yê ji bo piştevaniyê bi du qatî zêde bikin."