Zarok herî zêde li Afrîkayê dimirin

Li gelemperiya cîhanê, zarok herî zêde li Afrîkayê dimirin.

Sala 2017'an nêzî milyonek zarok û mirovên nûgihayî mirin. 55 ji sedî yê van mirovan, yanî 550 hezar zarok li Afrîkayê mirin.

Di sedsala 21'ê de jî jidayikbûn û jiyana li Afrîkayê hîn gelekî metirsîdar e. Metirsiya mirina zarokekî ji 5 heta 15 salî li Afrîkayê, li gorî devereke din a dinyayê bi 20 qatî zêdetir e.

Li gelemperiya cîhanê, hejmara mirina zarokan kêm dibe. Sala 1990'î 1.7 milyon zarok miribûn. Ev hejmara sala 2017'an daket 900 hezarî. Lê belê kêmbûna mirina zarokan li her herêma cîhanê weke hev nîne.

Li gorî lêkolînekê ku li kovara bi navê Population et sociétés hate weşandin, zarok herî zêde li Afrîkayê dimirin.

Li gelemperiya cîhanê herî zêde li 7 welatan zarok dimirin. 4 ji van welatan jî li parzemîna Afrîkayê ne: Nîjerya, Komara Demokratîk a Kongo, Etiyopya û Nîjer.

Brûno Masqûelîer ku ji bo lêkolînkirina mirina zarokên kêmî 5 salî tevî UNICEF'ê dixebite, diyar kir ku kêmkirina mirina zarokên kêmî 5 salî yek ji armancên sedsala 21'ê ye.

Li rojavayê Ewropayê, hejmara mirina zarokên di navbera 5-15 salî de têra xwe kêm bû. Tê gotin ku ev hejmar yek ji hezarî ye û bi giranî ji ber qezayên trafîkê, fetisîn, kanser û losemiyê rû dde.

Ev hejmar li Afrîkayê 18 ji hezarî ye. Tê gotin ku zarokên li Afrîkayê bi giranî ji ber van nexweşiyan dimirin: emel, enfeksiyona rêyên hilmstendinê, sorik, menenjît, ta, nexweşiyên tropîkal, werem, AIDS.