Kargehên ard ên li Wanê li ber girtinê ne

7 kargehên ard ên li Wanê ku bi sedan kes lê dixebitin, ji ber têkçûna aboriyê di nava krîzeke giran de ne.

Kargehên ard ên li Wanê ku ji ber krîza aboriyê ev demeke nikare ard bifiroşin, li ber girtinê ne.

Krîza aboriyê ku ji ber polîtîkayên hikumeta AKP'ê mezin bûye, bandoreke giran li her qada jiyanê dike. Krîza ku Serokkomarê Tirk Erdogan gotibû 'em jê xelas bûn', roj bi roj bandoreke girantir li gel dike.

Li Wanê 7 kargehên ard hene ku bi sedan kes lê dixebitin. Ev kargehên ard ku tesîreke girîng li aboriya Wanê dike, ji sala 1934'an û vir ve dixebitin. Lewma hîmê bingehîn ê çandiniya li Wanê ye. Erdheja mezin a ku sala 2011'ê rû da, bandoreke giran li kargehên ard kiribû. Kargehên ard niha jî ji ber krîza aboriyê li ber girtinê ne.

Kargehên ard, ji ber buhayê ard û pirsgirêkên veguhestinê nikare muşteriyan ji xwe re bibînin. Lewma nema ard difiroşin.

Aktîvîsta Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ya Wanê Seher Kadîroglû Ataş li ser mijarê got, "Buhayê ard gelekî zêde bû. Li Wanê gihîşt 120 TL'yî. Krîza aboriyê hîn nû bandorê li gel dike. Cotkar nema dikare biçîne. Ji ber ku dema diçîne, tiştekî jê qezenç nake. Ji ber ku nayê çandin jî buhayê ard zêde bû. Nanpêj nikare wî ardî bikire û bike nan. Tê gotin ku buhayê nan jî wê ji ber vê yekê zêde bibe. Em hatin wê radeyê ku mirov wê nikaribin êdî nan jî bikirin. Kargehên ard nikare ard bifiroşin, ji ber ku nanpêj bi wî buhayî ard nakire. Nan tiştekî welê ye ku her kes dikire. Xêr an jî tiştekî luks nîne. Pêwîstiya bingehîn e."