Ji ber şer li 10 welatan bi kêmanî 550 hezar bebik mirin

Li gorî rapora rêxistina civaka sivîl Save the Chîlderan di navbeyna 2013-2017'an de li 10 welatên ku şer lê pir giran e bi kêmanî 550 hezar bebik mirin. Di heman demê de 175 hezar şervan mirin.

Li gorî rapora Save the Chîldren ku Înê weşandî, her sal ji 100 hezarî zêdetir bebik ji ber şerê çekdarî dimirin.

2017'an ji 420 milyon bebikên tevahiya cîhanê 18 ji 100'î yê wan li herêmên şer dijiyan. Ev hijmar her sal zêde dibe. Li gorî rêxistina civaka sivîl di navbeyna salên 2013-2017'an de, li 10 welatên ku şer lê giran e bi kêmanî 550 hezar bebik mirine. Save the Chîldren dibêje hijmara rastî dibe ku hê zêdetir be. Hema demê hijmara şervanên ku mirin 175 hezar in.

Dema ku zarokên ku temenê wan kêmî 5'an e lê were zêdekirin, di navbeyna 2013-2017'an de ji ber şer 870 hezar zarok mirine.

Di raporê de welatên ku ketine ber lêhûrbûnê bi dorê ev in: Efganîstan, Yemen, Sûdana Başûr, Komara Kongo ya Demokratîk, Komara Efrîkaya Navîn, Sûriye, Iraq, Malî, Nîjerya û Somalî.

Kêmbûna hijyenê, xwenegihandina derfetên tedawiyê an jî qebûlkirina alîkariyê di nav sedeman de têne dayin. Di raporê de hate gotin, ''Heke ev zarok ne li qadên şer bûna bi îhtîmaleke zêde wê nemiribûna''.

Berdevkê rêxistinê Helle Thornîng-Schmîdt got, ''Her roj êrîş bi ser zarokan de dibin, ji ber ku komên çekdar û hêzên leşkerî li gorî yasa û peymanên navnetewî naçin. Ji bikaranîna çekên kîmyewî bigirin heta bi tecawizê ku mîna çekeke şer tê bikaranîn, sûcên şer bi bêcezayiyekê têne kirin.''

Rêxistinê bang li hikûmet û komên çekdar kir ku zarokên ku temenê wan kêmî 18'an in nebin leşkeriyê û li jîgehên sivîl çekên teqemeniyê bi kar neyînin.