Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

'Dengbêjî hebûna gelê Kurd e'

Rêça dengbêjiyê li gel polîtîkayên asîmîlasyonê jî her roj berfireh dibe. Dengbêjî her wiha arşîva dîrokî ya Kurdan.

Dengbêjî li cem Kurdan ji hêlekê ve qîrîna dîrokê ya ne nivîskî ya bi deng e. Jiyana destanî ya ku nebûnê, neçariyê, eşq, hezkirinê, sirgûnê, şer û bêhna xakê li çar hêlan berbelav dike. Gelek neteweyan bi nivîsê dest bi dîrokê kirine, Kurdan jî bi gotinê. Hêza deng û reng bi jiyanê re, bi hayjêçêbûnê re, bi rastiyê re kiriye yek û wiha nivîskariya xwe ya herî bedew kirine.

Dengbêj Ahmet Kaya, bi navê xwe yê ku tê nasîn, Ehmedê Xî, dibêje dengbêjî di navbeyna nifşan de dibe pirek û ew êş û şahiyên Kurdan bi kilamên xwe dibêje.

Xî, ji gundê Mehmetka a Qulpêya Amedê 1974’an tê dine û piştî 20 saliya xwe dest bi dengbêjiyê kiriye. 1982’an bi malbata xwe re li Êlihê bi cih dibin û dibêje ji zaroktiya xwe ve bi guhdarîkirina dengbêjan mezin bûye.
 
‘BI GUHDARÎKIRINA RADYOYÊ, DENGBÊJIYA MIN DEST PÊ KIR’

Xî wiha li ser serboriya xwe ya dengbêjiyê axivî: ‘’Ji zaroktiya xwe ve li dengbêjan guhdar dikim û pir jê hez dikim. Piştî lîseyê min zanîngeh neqedand û dest bi dengbêjiyê kir. Herî pir min dengbêj Avdilkerîmê Patnosî, Şakiro, Karpêtê Xaço û Dengbêj Zahir ji xwe re mînak girt. Cara pêşî ji radyoya Êrîvanê min li dengbêjan guhdar kir û ji bere kirin. Wê demê li radyoya Êrîvanê bernameya dengbêjiyê ya 15 deqe hebû û bi malbatî me bi hev re li dengbêjan guhdar dikir.’’

‘DENGBÊJÎ DÎROK Û ÇANDA CIVAKÊ YE’

Kaya got dengbêjî çandeke Kurdan e û domand, ‘’Heke Kurd heta bi îro hatibin û hê jî çand, huner û dîroka xwe parastibin ev bi dengbêjiyê ye. Dengbêjî dîrok û çanda civakekê ye. Em Kurd bi dengbêjiyê vedibêjin şer, çîrok, evin û dastanên xwe bi dengbêjiyê dibêjin. Dengbêjan hîs û dengên Kurdan ji dîrokê heta bi îro anîne. Dengbêj, dîrok, wêje û hunera Kurdan a neniviskî heta bi îro anîne. Çanda Kurdan dewlemend e, mirov çi qas lê bikole weke zeryayeke bêbinî ye û dema ku mirov lê dikole li dewlemendiyeke dî rast tê. Dengbêjî dîrok e û em dengbêj em ê li vê dîrokê xwedî derkevin.’’

‘EM LI DEWLEMENDIYA XWE XWEDÎ DERKEVIN’

Kaya bi domdarî got, divê Kurd li rihê dengbêjiyê xwedî derkevin û domand: ‘’Berê dengbêj li gundan digeriyan û li wan deran şevbihêrk çêdikirin. Dema ku dengbêjek diçû gundeki pir nirx didanê. Hemû gund diciviya. Lê niha dema ku mirov lê dinere li dengbêjan xwedî dernakevin û bi taybet jî ciwanên me berê xwe didine zimanên biyanî. Çanda berê ji bîr kirine. Çandeke derve tevlî çanda xwe dikirin. Ev jî çanda me dikuje. Ji bo ku çanda Kurdan nemire dive her Kurd li çanda xwe xwedî derkeve û ji bo ku dnegbêjiyê biparêze divê em li dewlemendiya xwe xwedî derbikevin.’’