Ji KCDK-E'yê ji bo mîtînga 29'ê Hezîranê bang
KCDK-E'yê ji bo mîtînga 29'ê Hezîranê ya li bajarê Koln ê li Elmanyayê bang li Kurdistaniyan kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî bibin.
KCDK-E'yê ji bo mîtînga 29'ê Hezîranê ya li bajarê Koln ê li Elmanyayê bang li Kurdistaniyan kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî bibin.
KNK, CÎK, Enstîtuyên Kurd ên li Elmanya û Belçîka jî di nav de gelek saziyên Kurdan bi wesîleya salvegera 100'emîn a berxwedana 1925'an ku bi pêşengiya Şêx Seîd hate kirin, li bajarê Koln ê Elmanyayê wê di 29'ê Hezîranê roja Şemiyê de li Qada Heumarktê mîtîngeke mezin bê lidarxistin.
KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê ji bo tevlîbûna li mîtîngê bang kir û ragihand ku Şêx Seîd û hevalên wî bi têkoşîna xwe bûn semboleke pêşeng a berxwedana sed salî ya gelê Kurd. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di pêvajoya damezrandina komarê de sozên ji gelê Kurd re hatin dayin bi cih nehatin anîn, li şûna wê polîtîkayên înkar û îmhayê hatin meşandin û hate gotin, "Ev yek bû sedema şikestina gelê Kurd û destpêkirina berxwedanê."
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev pêvajoya dîrokî ya bi berxwedana Şêx Seîd û hevalên wî ava bû, îro jî dewam dike û hate gotin, "Li şûna welatê hevpar gelê Kurd hate înkarkirin. Gelê me sed sal in li hemberî vê înkar û îmhayê têkoşînê dimeşîne, berdêlên mezin da. Van berdêlan em li ser piyan hişt û bi pêş ve bir. Şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî lewma gelekî girîng e."
KCDK-E'yê bi taybetî bang li jin, ciwan û extiyaran kir ku tevlî bîranînê bibin û destnîşan kir ku di vê roja dîrokî de hevparîbûna bi ruhê yekîtiya neteweyî gelekî girîng e.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo li ber xwe da, bi hezaran şehîd da û hate gotin, "Bi pêşdîtin û rêberiya Rêber Apo hemû lîstik hatin pûçkirin û vejîn pêk hat.
Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a ku Rêber Apo di 27'ê Sibatê de kir, ji ber vê yekê gelekî girîng e. Ji bo serketina vê pêvajoyê wezîfeyeke girîng li pêşiya me ye. Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî vê bangê bibe û bi ser bixîne."
KCDK-E'yê ji bo mîtînga 29'ê Hezîranê ya li Kolnê bang li gel kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî bibe.