Bapîrê wî li dijî Franco bû, ew jî li dijî faşîzma Erdogan e

Şoreşgerê Katalan Rok Brossa ji bo destekê bide berxwedanê li ser rêya Efrînê ye. Brossa dibêje,’’Heke hûn dixwazin xwedî li şoreşê derkevin, divê îro hûn li vir bin’’

Beriya nêzîkî bi sed salekê li dijî faşîzma Franco li ser banga gelên Spanyol şoreşgerên enternasyonalîst ji çar hêlên dinyayê ve ber bi Spanya ve çûn, niha jî ji wan xaka rêwîtî ber bi Efrînê ve dibe.

Berxwedaniya gelan a li Efrînê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi zindîkirina têkoşîna dijî faşîzmê vediguze dema niha. Hevgirtina navnetewî ya li dor Efrînê roj bi roj geş dibe, dibe qadek ku yek ji hevgirtina watedar a enternasyonalîst pêk were. Beriya nêzîkî bi sed salekê li dijî faşîzma Franco li ser banga gelên Spanyol şoreşgerên enternasyonalîst ji çar hêlên dinyayê ve ber bi Spanya ve çûn, niha jî ji wan xaka rêwîtî ber bi Efrînê ve dibe. Şoreşgerê Katalan Rok Brossa ji bo desteke bide berxwedanê li ser rêya Efrînê ye.

Beriya ku em bi Brossa re biçine Efrînê li komuna enternasyonalîst a Rojava em hev dibînin. Brorsa dibêje, ‘’Li bara şoreşgerên enternasyonalîst ku li Spanyayê li dijî faşîzmê têkoşiyane xwe berpirs dibînim’. Brossa di jiyana xwe de jî êşên mîna ya niha ya Efrînê jiyaye.

ALAYA KU JI BAPÎR JI BO NEVÎ MAYE

Bapîrê wî 1936-1939’an li dijî faşîzma Franco dema ku gelên Spanyayê li gel şoreşgerên dinyayê şerê helbestî dayî ji hêla faşîstan ve hatiye kuştin. Brossa wiha dibêje, ‘’Bapîrê min dema şerê navxwe yê Spanyayê ji hêla faşîzma Franco ve hatiye kuştin. Pîra min bê bav mezin bûye. Vê pîra min gelek êşand. Ez li cem pîra xwe mezin bûm û bandora vê pir jiyam’’ û dibêje, ‘ez jixwe ji vir im.’’

Dema ku li çîroka Brossa guhdar dikim gelek caran di dilê xwe de dibêjim, ‘’nexşe piranî caran mirov dixapînin’. Katalonya û Efrîn her demê jixwe cîran bûna, weke şaîrê navdar ê Spanyol Lorca gotî ‘darên zeytûnan ên ku bi qêrînan in’, îro hê jî..

Brossa dibêje, hinekî jî wî guh daye van ‘qêrînên’ darên zeytûnan wiha bi rê ketiye: ‘’Şer gelekî ziyanê dide sirûşta Efrînê. Em niha diçine wir û dema ku şer qediya em ê Efrînê dîsa bi şînahiyê bixemilînin.’’

 ‘DÎTINA ŞOREŞEKÊ Û RÊWÎTIYA JIYANDINA HÊVIYÊ’

Brossa ku ji nêz ve têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê şopandiye li Barcelonayê perwerdehiya muzîkê dîtiye. Çîroka xwe wiha dibêje: ‘’Demeke dirêj di nav komeke muzîkê de mam. 2011’an  nedadmendiyên sosyal ku min zêdetir dîtin û fêhm kirin berê min da xebatên siyasî. Ew demadestpêka serhildanên Bihara Ereb bû. Salên pêşî bandora xwe li Ewropa kir. Wê demê li navendên sosyal zêdetir bi komên anarşîst me rêxistininya xwe kir. Komên me yên xebatê hebûn. Li ser medya û kompîtirê min ders dan. Li Ewropa û Bakurê Efrîka min xebat kirin. Ez li van navenden sosyal tevlî xebatên enternasyonalîst bûm.’’

Brossa dibêje beriya ku ew were Rojava di nav Koma Hevgirtinê ya Azadiya Rojava de xebat kiriye û li ser sedema hatina xwe jî dibêje, ‘’Ji bo ku ez şoreşê di cih de bibînim û hêviyekê bidim jiyîn hatim Rojava.’’

Dema ku mirov li Brossa guhdar dike mirov pê derdixe ku çendî gotina siyasî ya tevgera Kurd û ramana wê nas dike. Em sedema vê jî ji Brossa guhdar dikin:

‘’SIÛDA MIN ÇÊBÛ KU RAMANÊN OCALAN NAS BIKIM’

‘’Beriya ku ez werim Rojava ez di nav wê koma wergerê de bûm ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Spanyolî werdigerandin. Wiha min ramana  Ocalan ji nêz ve nas kir. Dawiyê gihaştim vê encamê. Heke bi rastî dixwazî fêhm bikî divê biçî û bibînî. Min wiha biryar da ku werim Rojava. Li Madrîdê û Barcelonayê di nav komên anarşîst de me têkoşîna şoreşgerî dida. Ji bo min girîng bû ku werim Rojava û şoreşê li cih bibînim. Li vir têkoşîneke domdirêj heye û pir hîndekar e. Ji bo ku hemû tevgerên şoreşger ên cîhanê Rojava deriyek e.’’

RÊWÎTIYA WÎ ÎRO JI QAMIŞLO DEST PÊ DIKE

Rêwîtiya Brossa ya Rojava ji Qamişlo îro wê ber bi Efrînê ve bidome. Brossa dibêje,li ser ‘banga seferberiyê’ ew diçe Efrînê û wiha domîne: ‘’Ji roja ku şer dest pê kirî berxwedana Efrînê ji nêz ve dişopînim. Gelê li wir bi vîneke xurt li ber xwe dide. Erdogan gotibû di nav 24 saetan de wê xwe bigihîne wir, piştre gotin heftiyek lê mehek derbas bû. Divê em vê jî bibînin; mirovên li wir li dijî mezintirîn artêşa 2’yan a NATO’yê şer dikin. Xaka xwe û welatê xwe diparêzin. Me komuna enternasyonalîst kampanya da destpêkirin ku Rojava dîsa şîn bikin. Şerê  li wir cografyaya Efrînê hildiweşîne. Ev rewş pir bandorê li me dike.’’

BANGA LI ENTERNASYONALÎSTAN: DIVÊ HÛN LI VIR BIN

Brossa dibêje, ‘’Dema ku em çûne wir em ê destekê bidine berxwedanê. Dema ku şer qediya em ê Efrînê dîsa şîn bikin’’ û wiha bi dawî dike axaftina xwe:

 ‘Dibe ku ez bi rengê şervanan naçim wir, ji bo ku destekê bidime berxwedanê ez ê li wir bim. Em ê ji bo enternasyonalîstan bibin pirek. Dema ku em gihaştin Efrînê em ê bangekê bikin. Heke hûn dixwazin li Rojava û şoreşê xwedî derbikevin divê hûn li vir bin. Ne tenê di qadêkê de, di gelek qadan de hûn dikarin destkê bidin berxwedanê. Ji bo xebatên sivîl, xebatên ji nû ve avakirinê mirov dikare hewl bide.’’

Ji 50’î zêdetir welatî nêzî 40 hezar şoreşgerên ‘bi qerefîl û stûmala reş’ 1936’an li Madrît û Barcelonayê çûbûn ser barîkatan. Bi gotina Brossa îro jî ‘ji bo hêşînkirina hêviyekê’ barîkatên dijî faşîzmê li Cindirês, Raco, Şera û Şerawa li benda hevrêyên xwe ne.