Xelatên Berlînale ya 68'an hatin belavkirin
Xelata "Hirçê Zêrîn" ku xelata herî mezin a festîvalê ye ji fîlmê "Touch me not" (Dest nede min) ê derhênera Rûmen Adîna Pîntîlîe re hate dayin.
Xelata "Hirçê Zêrîn" ku xelata herî mezin a festîvalê ye ji fîlmê "Touch me not" (Dest nede min) ê derhênera Rûmen Adîna Pîntîlîe re hate dayin.
Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî ya 68'an (Berlînale) ku 15'ê Sibatê dest pê kir, bi dayina xelatan qediya.
Di festîvalê de 385 fîlmên ji gelek welatan hatin nîşandan û 19 fîlm jî ji bo wergirtina xelata "Hirçê Zêrîn" ketin pêşbirkê.
Tevî 40 hezar sînemahezan, 250 temaşevanan jî îmkan dîtin ku 10 rojan li 385 fîlman temaşe bikin.
Xelatên festîvalê duh bi merasîmkê hatin dayin. Merasîma xelatdanê li Berlînale Palastê pêk hat û gelek hostayên sînemayê tevlî bûn. Di serî de xelata "Hirçê Zêrîn" gelek xelatên îsal ketin destê derhêner û lîstikvanên jin.
XWEDIYÊN XELATÊN 'HIRÇÊ ZÊRÎN' Û 'HIRÇÊ ZÎV' ÊN HERÎ BAŞ
Lîsteya xwediyên xelatên "Hirçê Zêrîn" û "Hirçê Zîv" ên Berlînale ya 68'an wiha ye:
Fîlmê herî baş (Hirçê Zêrîn): Adina Pintilie / ''Touch me not'' (Romanya)
Xelata Mezin a Jûrî (Hirçê Zîv): Malgorzata Szumowska / ''Twarz'' (Polonya)
Derhênerê herêm baş (Hirçê Zîv): Wes Anderson / ''Isle of Dogs'' (DYA)
Lîstikvana jin a herî baş (Hirçê Zîv): Ana Brun / "Las Herederas" (Paraguay)
Lîstikvanê mêr ê herı baş (Hirçê Zîv): Anthony Bajon / ''La priere'' (Fransa)
Senaryoya herî baş (Hirçê Zîv): Manuel Alcalá û Alonso Ruizpalacios / ''Muze'' (Meksîka)
Xelata Alfred Bauer (Hirçê Zîv): Marcelo Martinessi / ''Las herederas'' (Paraguay)
Xelata Tevkariya Hunerî ya Awarte (Hirçê Zîv): Elena Okopnaya/ “Dovlatov”(Rûsya)
Xelata kurtefîlmê herî baş (Hirçê Zîv): The Men Behind the Wall / Ines Moldavsky( Îsraîl)