Her çiqas li tevayî cîhanê hatibe tespîtkirin ku 71 mîlyon mirov vîrusa C (VHC) bi wan re heye jî, çarçoveya tedawiyê ya vê nexweşiyê tenê bi 3 mîlyon mirov ve bi sînore.
Li gorî daneyên Rêxistina Tendurisî ya Cîhanê (WHO) ku gîrêdayî Netewên Yekbûyî (NY) ye her sal 400 hezar mirov ji ber vê nexweşiyê dimirin û ji bo pêşî lêgirtinê jî helwesteke tam nayê nîşandan.
Li Parîsê têkildarî mijarê rêveberê Bernameya Têkoşîna Hepatît WHO’yê Gottfrîed Hirnschall daxuyanî da û bang li hikûmetan kir ku pêşî li mirînan bigrin. Hirnschall got ku divê Hepatît C li bernameyên tenduristî yên netewî were zêde kirin, tedawiya zû wê mesrefên zêde bi xwe re ne îne û ji bo bikaranîna dema pêş gelek girînge.
Hirnschall diyar kir ku tedawiya Hepatît C’yê di navbera 200 dolar û bi hezaran dolar de tê guhertin û got ya girîng ew e ku pêşî li pêşveçûna enfeksiyona nexweşiyê were girtin.
Tê texmînkirin ku kesên vîrûsa Hepatît C’yê bi wan re heye tenê 1 ji 5'an haya wan ji vê nexweşiyê heye. Di civîna sala 2106'an de ya bi pêşengtiya WHO’yê hatî lidarxsitin hatibû hedef kirin ku heya 2030’î kesên virûs bi wan re 90 jî sedî, mirinan jî bi rêjeya 65 ji sedî kêmtir bikin.