Welatên ku sînorên xwe li perevên Deryaya spî hene dişewitin

Welatên ku sînorên xwe li peravên Deryaya spî hene şewatên mezin ên daristanan çêbûn. Gundên li bakurê paytexta Yewnanîstanê ji ber şewatê hatin valakirin.

Sêşemê li Yewnanîstanê li 80 cihî şewat derket. Li gorî Parastina Sivîl ji van şewatan 40 jê hê aktîf in.

Li Yewnanîstanî germaya hewayê li derdora 45 pîleyî ye.

Serokê Parastina Sivîl Mîchalîs Chryssohoîdîs got, ''Ji bo me ya girîng ew e ku em jiyana mirovan xilas bikin, ji ber vê, me gund vala kirin.''

Heftiya bihurî piştî çiyayê Panteyî vê carê jî li Parnesê şewat derket, ku Parnes ji sê çiyan yek jê ye ku Atînayê dorpêç dike. Dûxana ji ber şewatê bi ser paytextê hil bû. Sê gundên li derdorê hatin valakirin.

Şaredarê Acharnaî Spyros Vrettos ji televizyona Skaî re axivî got, ''Ev trajedî ye'' û wiha lê zêde kir: ''Lê baş e ku taloke li ser jiyana kesî nîne.''

Li Tirkiyê ji ber şewatan 8 kes mirin, ji ber şewatan santrala termîk a li Mîlasê di talokeyê de ye. Sêşemê piştî nîvro hê jî şewat nehatibû tefandin. Şaredarê Mîlasê Muhammet Tokat li ser Twîtterê got, ''Rewş pir giran e. Alav û pêtiyan xwe gihande heta bi nêzîkî santrala termîk. Heke derfet hebin bi lezginî divê balafir an jî helîkoptêrên ku bi şev dibînin bişînin."

Şewatên herî zêde yên van deh salên dawî li Tirkiyê çêbûn.  Di van şewatan de gelek qadên berfireh ên daristanan, erdên çandiniyê, jîgehên li peravên Ege û Akdenizê şewitîn.

Ajana Fezayê ya Ewroapyê diyar kir li bejahiyê germa di nav mehekê de cara duyan ji 50 pileyî zêdetir bû. 

Di şewatên daristanan de li herêma Gjirokastrale ya Ernawûtlukê zilamekî 64 salî mir. Bi sedan kesên agirkuj û leşker, hewl didin şewata li dehan cihî vemirînin. Êvara sêşemê li 9 cihan hê jî şewat dom dikir.