Rojnameya AKP'ê ya bi navê Sabah, li ser maseyeke xwe ya li Stenbolê nûçeyeke asparagas amade kir û îdîa kir, ku PKK bi hilberîna tûtinê bi mîlyaran dolarî pereyan qezenç dike. Nerazîbûna li vê nûçeya asparagas dewam dike. Cotkarên ku li Amedê tûtinê diçînin û difiroşin, tevî Serokên Odeyên Zîraetê destnîşan kirin, ku ev weşangeriya bê exlaq ji bo çavtirsandina hilberînê tûtinê hatiye çêkirin.
Rojnameya Sabahê ya AKP'ê, roja 28'ê Hezîranê bi sernavê "Çavkaniya nû ya fînansa terorê: Tûtin!" nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat îdîakirin, ku li 15 hezar û 400 nuqteyên li gelemperiya Tirkiyeyê tûtina qaçax tê firotin, hilberînerê vê tûtinê ji derveyî welat e û yê tedarik dike jî PKK ye. Li gorî nûçeyê, PKK tûtinê diçîne, vê tûtinê li dezgehên li malan dipêçe, dike cixare û bi vî rengî difiroşe.
GELO PKK JI SAMSÛNÊ JÎ DIGIRE?
Seorkê Odeya Zîraetê ya Yenîşehîrê Suleyman Îskenderoglû nerazîbûn nîşanî nûçeya Sabahê da û destnîşan kir, ku ew nûçeya derew bi tundî şermezar dikin. Îskenderoglû got, "Gundiyên tûtinê diçînin, debara xwe pê dikin. Gundiyên ku gundê wan hatin valakirin û piştre li gund vegeriyan, yekane çavkaniya wan a debarê ev e. Gelo ji vê derê çi pere bi destê wan dikeve ku karibin bidin PKK'ê? Tûtin ne tenê li Amedê tê çandin, her wiha li Samsûn, Kutahya, Bûrsa, Adapazari û Îzmîrê jî tê çandin. Gelo PKK ji van cihan jî pere digire? Li şûna ku bi nûçeyên bi vî rengî bibin asteng li pêşiya hilberînerên tûtinê, bila bi nûçeyên xwe wan teşwîq bikin. Piştî vê nûçeyê Odeya Bazirganiyê û Odeyên Zîraetê yên din em ê li hev bicivin. Piştre em ê daxuyaniyekê bidin."
BILA BÊN Û BI XWE BIBÎNIN
Serokê Odeya Zîraetê ya Licê Aydin Dogan jî nerazîbûn nîşanî nûçeyê da û anî ziman, ku gundiyên li herêmê tûtinê diçînin hedef hatine nîşandan. Dogan diyar kir, gelê Licê bi çandina tûtin û zebzeyê debara xwe dike û got, "Pereyê ku gundî ji van berheman qezenç dikin, eşkere ye. Yekane çavkaniya debarê ya herêma me ya Licê ev e. Bila bên û li cihê xwe bibînin. Rastî çi ye, gel çawa debara xwe dike? Çi li vê derê dikeve destê gundiyan ku karibin bidin hinekî din?"
KESEKÎ KU LI 30 DONIMÎ BIÇÎNE NÎNE
Ji dikandarên Çarşiya Şewitî ya Amedê Nûrettîn Y. li ber nûçeyê rabû û ji rojnamevanan xwest, ku bên bi hilberînerên tûtinê re rûnên. Nûrettîn Y. bibîr xist ku bi taybetî li navçeyên Licê, Hezro, Farqîn û Karaz ên Amedê bi salan e tûtin tê çandin û ev agahî da: "Tûtina berê dihate çandin, bi rêya TEKEL'ê dihate firotin. Me tûtina xwe difirotin vê derê. Piştre ev sazî yekdestî kirin. Kotaya tûtinê hebû, ew jî rakirin. Tûtinê êdî ji derve dikirin. Tûtina Licê û Hezroyê herî kêm bi qasî tûtina Semsûr û Mûşê bi kalîte ye. Gundî li gorî derfetên xwe li erdên ji 5 heta 10 donimî diçînin. Kesekî ku karibe li 30 donimî biçîne nîne.
HILBERÎNER NIKARE DEBARA XWE BIKE
Ji ber ku çandina tûtinê karekî gelekî zehmet e. Pêwîste her roj bala mirovan li ser be, derbên û zibil li nav bireşînin. Eger hûn rojekê lê nenêrin, wê ew tûtin li nava erd hişk bibe. Di dema kemilînê de, her sibe berî hilatina rojê pelên wê bi rengekî hesas tên birîn. Dûre tê hişkkirin. Ji pembo zehmettir e. Gundî bi malbatî çandina wê dikin. Li nava erd, keç, kur, bûk, hevser dixebitin. Ji ber ku derfetê gundiyan nîne ku li erdekî 15-20 xebatkaran bixebitîne. Pereyê ji vir bi dest dixe jî bi zorê pê debara xwe û malbata xwe dike. Dibêjin 'PKK diçîne, pere didin PKK'ê'. Gelo pêwîstiya PKK'ê bi 8-10 hezar lîreyê ji vir bi dest bixe heye?"
Nûrettîn Y. diyar kir, armanc ji amadekirina vê nûçeyê ew e, ku cotkarên biçûk ên tûtinê diçînin biqedînin, kargehên mezin ên tûtinê ji derve difiroşin Tirkiyeyê mezintir bikin û got, "Yên nûçeyên bi vî rengî amade dikin jî maşikên wan e. Wekî din tiştekî nabêjim."
ESRARA DI KONTROLA DEWLETÊ DE
Yek ji firoşkarên Çarşiya Şewitî ku bi kîloyan tûtinê difiroşe Fesîh B. ye. Fesîh B. nerazîbûn nîşanî vê nûçeyê da û diyar kir, ku di kontorla dewletê de li gundên cerdevanan esrar tê çandin û ji bo vê jî dibêjin 'PKK esrarê diçîne'. Fesîh B. ragihand, çavkaniya esrara li Stenbol, Îzmîr, Bûrsa, Antalyayê tê girtin Licê ye û bal kişand ser rola dewletê ya di vir de. Fesîh B. got, "Heta mirov ji gundên Licê xwe bigihînin Amedê, 13 bendên kontrolê danîne. Ev tenê li pêşiya bajêr in. Di nava bajêr de jî herî kêm 10 bendên kontrolê hene. Dema tu bala xwe dide ser esrara tê girtin, dibîne ku dehan, bi sedan kîlo ye. Esrareke ewqasî zêde çawa çêbû ku ji van bendên kontrolê derbas bû û gihîşt bajarên Tirkan? Dema ku tu qaseyek ji firingî ji Licê tîne nava bajêr, li deh cihan tê kontrolkirin. Gelo esrara bi tonan çawa nayê dîtin?"
WÊ BÊJIN 'HATINEYA JI FIRINGIYAN JÎ DIÇE JI PKK'Ê RE'
Fesîh B. xwest, di destpêkê de lêpirsîna vê mijarê were kirin û nûçe li ser bê amadekirin. Fesîh B. wiha dewam kir: "Eger gelekî dixwazin bila werin em ji wan re qala bazara esrarê bikin, ku li gundê cerdevanan Sinê ya jî li ser qereqolên Kayacik, Mermer û Dûrû çawa digere. Li herêmê sewalkarî nîne. Gundî debara xwe bi çandina tûtin û zebzeyê dike. Yên erdê xwe heye, bi çandina genim, nîsk û ceh an jî bi kirêkirina van zeviyan debara xwe dikin. Eger sibê rabin bêjin 'Hatineya firingiyên li Licê dikeve destê PKK'ê' matmayî nemînin."