Trajediya zarokên Îranê...

Di tevahiya cîhanê de 12’ê Hezîranê weke Roja Têkoşîna li Hemberî Karkeriya Zarokan, tê pîrozkirin. Lê belê li Îranê rewşa zarokan trajediyeke mezin radixe ber çavane.

Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan, her sal roja 12’ê Hezîranê tê pîrozkirin. Bi vê boneyê ji bo ku di vê mijarê de bihîstiyarî bê çêkirin rapor tên amadekirin û pêşkêşkirin. Li gorî UNICEF’ê li tevahiya cîhanê 250 mîlyon zarokên di navbera salên 5-7 salî de bi karên aboriyê ve mijûl dibin. Ji van 152 mîlyon mexdûrê karkeriya zarokan in. 72 mîlyon jî di karên metîrsî de dixebitin.

JI SEDÎ 45’Ê WAN BI NEXWEŞIYA AÎDS, HEPATÎT HWD. DIKEVIN

Li gorî lêkolîneke li Îranê hatî çêkirin, ji sedî 45 zarokên dixebitin an jî di kolanan de dijîn, bi nexweşiya AÎDS û nexweşiyên din ketine. Her wiha ev zarok bi pirsgirêkên mîna xwedîbûna xirab, kîlo dayîn û nexweşiyên çerm re rû bi rû ne.

Ji van zarokan gelekî wan rojê herî kêm 6 saet dixebitin û tenê carekê jî nikarin daneke xwarina guncav bixwin. Lewre bi pirsgirêkên micid ên tendirûstiyê re rû bi rû dimînin.

Hejmareke zêde ya zarokan, barên giran hildigirin, ji bo wê jî bi nexweşiya piştî dikevin. Ji bo ku derfetên wan ên nojdariyê nîn in, pirsgirêkên dîtir jî derdikevin holê.

JI SEDÎ 90 BI ÊRÎŞÊN DESTDIRÊJIYÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN

Gerînendeyê Giştî Yê Rêxistina Xizmetên Civakî Ya Şaredariya Tehranê Reza Hadimî, di 5 Kanûna 2017’an de daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a ÎSNA’yê û di vê daxuyaniyê de raber kir ku zêdetirî ji sedî 90 zarokên Îranê rastî êrîşên destdirêjiyê tên.

Serokê Navenda Lêkolînên Li Ser AÎDS’ê Dr. Mînû Mûhraz jî got ku li gorî zarokên li mala xwe, di nav zarokên ku kolanan dijîn de, metirsî ji sedî 45 zêdetir e ku bi vîrusa HÎV’ê bikevin.

TÊN REVANDIN Û EZAYÊN WAN TÊN FIROTIN

Di nûçeyeke bi dîroka 2 Tîrmeha 2017 a rojnameya fermî Hamşehrî, Namzeta Şaredariya Tehranê Fatemeh Daneşwar, bal dikêşe ser metirsiyên ku gef li jiyana van zarokan dixwin. Daneşwar dianî ziman ku; “Zarok winda dibin û ezayên bedana wan tên firotin. Gelek bûyerên wiha hene. Piştî demekê bi awayekî bê gurçik, bê çav hwd li dereke tenha tên dîtin.”

JI BO TÎRYAKÊ TÊN BIKARANÎN

Hinek zarok ji hêla çeteyan ve ji bo ku di karên xwe yên tîryakê de bikar bînin, bi zorê didin xebitandin. Endama Civata Îmam Elî, Bazi Sarah Rezaiye jî daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a ÎLNA’yê û got; “Hinek zarok ji bo ku li derveyî sînor jî bixebitin bi zorê pakêtên dermanan li wan didin daqurtandin. Piştî ku sînor derbas kirin jî wan dikujin. Di dema daqurtandinê de gelek zarok dimirin.”