Ji DEM Partiyê daxuyaniya têkildarî nûçeyên li ser 'sûîqesta li dijî Onder'

DEM Partiyê piştî weşandina nûçeyên li ser 'sûîqesta li hemberî Sirri Sureyya Onder' daxuyaniyek da.

Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê got, "Di hin saziyên çapemenî û weşanê de nûçe hatin weşandin ku tê de gotin, li hemberî Endamê Heyeta Îmraliyê û Serokwekîlê me yê Meclîsê Sirri Sureyya Onder sûîqest hatiye kirin. Lewma pêwîstî pê hate dîtin ku daxuyaniyek were dayin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "2'ê Nîsanê wezîfedarê otoparkê dema ku wesayita Sirri Sureyya Onder diajot, ji dengê ji lastîkên wesayitê hat kete nava gumanan û wesayit bir servîsê. Di encama lêkolînê de li pişt lastîkê aliyê çepê xefikek tûj a ji hesin hate tespîtkirin ku dikarîbû lastîk biteqîne."

Daxuyaniya DEM Partiyê bi vî rengî dewam kir:

"Onder ev bûyer ji desteyên partiyê re ragihand û lêkolîn û nirxandinên pêwîst hatin kirin. Bûyer û delîlên pêwendîdar ji meqamên fermî re hatin ragihandin. Hem partiya me hem jî Birêz Onder mijar ji nêz ve şopandin. Ji ber hesasiyeta lêkolînê bûyer ji raya giştî re nehate ragihandin. Têkildarî lêkolîn û lêpirsînê hîn encameke şênber negihîştiye aliyê me."