Qeşa heliya, li Swîsreyê zêdeyî hezar golên nû çêbû

Ji ber guherîna avhewayê ya du sed salên dawî, li Swîsreyê zêdeyî 1000 golên nû çêbû. Vê yekê dîmenê çiyayên Alpê yên Swîsreyê guhert.

Li gorî envantera berfireh a golên qeşayî yên Swîsreyê, ji sala 1850'î û vir ve nêzî 1200 golên nû çêbû. Ji van golan 1000 jê hîn jî hene.

Li gorî lêkolîna Teknolojî, Zanistiya Avê ya Federal a Swîsreyê, bi helîna qadên qeşayî bendên xwezayî ava xwe berdan û di encamê de jî golên nû çêbû.

Berpirsyarê tîma lêkolînê ya Teknolojî, Zanistiya Avê ya Federal a Swîsreyê Daniel Odermatt li ser karê xwe daxuyanî da û got, "Zêdebûna hejmarê û leza çêbûna golan em matmayî hişt."

Lêkolîner diyar kir ku ji destpêka vê lêkolînê ve wan giranî dan ser çend sed golan û got, ji van golan 180 jê di nava deh salên dawî de li lîsteyê hatin bicihkirin.

Odermatt anî ziman ku çêbûna van golan ji bo lêkolînkirina bandora guhertina avhewayê ya li ser golên qeşayî destpêkeke baş e.

Li gorî rapora salane ya Akademiya Zanistiyê ya Swîsreyê, ji sedî 2 parê qeşa li Alp ên Swîsreyê vê sala dawî heliya.

Dibistana Polîteknîk a Federal a Zurichê jî hişyarî dabû ku peymana Parîsê ya ji bo kêmkirina guhertina avhewayê bi cih bê anîn jî qeşa li çiyayên Alpê wê ji sê paran du parên wê bihele.

Lêkolîner dibêjin, guherîna li çiyayên Alpê ispata berçav a guhertina avhewayê ye. Zanyaran bi bîr xistin ku di navbera salên 2006-2016'an de gol gelekî zû çêbûn û her sal derdora 18 golên nû ava dibin.