Platforma Baweriyên Mezopotamyayê cejna Qurbanê pîroz kir
Platforma Baweriyên Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê Cejna Qurbanê li gelê Misilman û cîhana Îslamê pîroz kir.
Platforma Baweriyên Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê Cejna Qurbanê li gelê Misilman û cîhana Îslamê pîroz kir.
Peyama Platforma Baweriyên Mezopotamyayê wiha ye:
"Cejn kêfxweşî ye, aştî ye, parvekirin e, azadî ye. Lê mixabin dagirkerên li Kurdistanê bi salane cejn li gelê Kurd heram kirine. Em weke Platforma Olên Mezopotamyayê cejna gelê xwe yê Misilman pîroz dikin û hêviya biratî, azadî û welatekî serbixwe ji Xwedê dixwazin. Cejn bila bibe sedema yekîtî û tifaqa gelê Kurd. Cejna we pîroz be."