Bikaranîna plastîkê ku di salên 1990'î de ji ber hilberîna xwe ya hêsan û erazan zêde bû, di nava 30 salên dawî de gihîşt wê astê ku gefê li jiyana xwezayî ya li okyanûsan dixwe. Ji deverên herî kûr ên okyanûsan heta bi qeşayên Antarktîkayê bermahiyên plastîk belav bûne. Ji ber ku zû bi zû nahelin, xisareke mezin li xwezayê dike.
Piraniya bermahiyên plastîk ên li nava okyanûsan, ji ber karê miorvan ê li bejahî ye. Di serî de paketkirina xurekê, hilberîna kîsikan, plastîkên ku li gelek karî têne bikaranîn, ji navendên şopê ber bi çeman ve tên avêtin û ji vir jî digihêje okyanûsan. Bermahiyên mayî yê plastîk jî ji aliyê keştiyên masîgiriyê ve tên avêtin.
Mebest ji bermahiyên plastîk ne tenê parçeyên mezin ên bi çavan têne dîtin e; mîkroplastîk jî gefeke mezin e. Mînak, di nava kincên me de piraniya wan bi 5 mîlîmetreyî mezin, parçeyên plastîk ên biçûk hene. Dema ku em tenê carekê kincê xwe dişon, zêdeyî 700 hezar mîkroplastîk bi rêya fîber kanalîzasyonê diherikin nava deryayê.
Ji lastîkên wesayitan heta bi plastîkên li hewayê belav dibe û bi rê ve dizeliwin, ew jî digihêjin heta okyanûsan.
Ev parçeyên plastîk li asta navneteweyî bi rengekî neasayî zêde bûne. Welê lê hatiye, li binê okyanûsên ku qet mirovahiyê xwe negihandiye, heta li qeşayên Antarktîkayê li her derê ev plastîk têne dîtin.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, bermahiyên plastîk bandor li zêdeyî 800 cûre zindiyên li nava deryayê kiriye. Ji ber ku plastîk tevlî organîzmayên ji cûreyê masiyan dibe, mirov her hefte bi 5 gramî plastîkê dixwe. Ev yek jî tê wê wateyê ku mirovek her hefte bi qasî qerta xwe ya krediyê plastîkê dixwe.