National Geographicê Okyanûsa 5'emîn li nexşeya cîhanê zêde kir

National Georgraphic ragihand ku ava li dora Antarktîkayê weke okyanûsa pêncemîn a cîhanê nas dike: Okyanûsa Başûr.

National Geographicê roja Sêşemê daxuyaniyek da û diyar kir, ava li dora Antarktîkayê bi rengekî fermî weke okyanûsa pêncemîn a cîhanê nas dike. Navê wê jî Okyanûsa Başûr e.

Ji aliyê dîrokî ve li nexşeya cîhanê tenê çar okyanûs hebûn. Okyanûsên Atlantîk, Pasîfîk, Hînt û Arktîk. Bi vê guhertinê re rêxistinê nexşeya cîhanê ji nû ve xêz kir.

Erdnîgêrê National Geogprahic Society Alex Tait ji kovarê re axivî û got, "Okyanûsa Başûr demeke dirêj e ji aliyê zanyaran ve tê naskirin, lê belê li qada navneteweyî ji ber ku lihevkirin tune bû me nekarî bi rengekî fermî nas bikin."

Tait got, "Ev yek ji hin aliyan ve rewşeke neyînî ya cografî ye" û wiha dewam kir, "Me her tim destnîşan kir, lê ji okyanûsên din cudatir me destnîşan kir. Ev guhertin gava dawî diavêje û ji ber ku ji aliyê ekolojîk ve cihê ye em dixwazi nas bikin."