MAK'ê li Amedê fotoxefik îmha kir

Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li du nuqteyên cuda yên Amedê fotoxefikên dewleta Tirk a dagirker îmha kirine.

FOTOXEFIK HATIN ÎMHAKIRIN

Di daxuyaniya Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) de hate gotin, "19'ê Gulanê li Qada Şehîd Remzî ya Amedê fotoxefikên artêşa dagirker ji aliyê milîsên me ve hatin tespîtkirin. Milîsên me dest li vê teknîka dijmin a veşartî werdan. Di encamê de jî ev cîhazên ku li dijî Gerîlayên Azadiyê li qadê hatibûn bicihkirin, hatin îmhakirin."

Têkildarî çalakiya duyemîn jî hate gotin, "21'ê Gulanê li Qada Şehîd Remzî ya Amedê di dema operasyona leşkerî ya leşkerên dagirker a li gundê Zengesorê de hate tespîtkirin ku sîstema fotoxefik hatiye bicihkirin. Li hemberî vê teknîka ku wêneyê her zindiyên li herêmê dikişîne, milîsên me çalakî kirin. Di encamê de ev fotoxefik jî hatin îmhakirin."