Operasyona dagirkeriyê ya li Mawayê berfireh bû: Gelek herêm hatin qedexekirin

Operasyona dagirkeriyê ya li gundekî herêma Çiyayê Mawa hate destpêkirin ku li navçeya Heskîf a Êlihê ye, bi berfirehî dewam dike.

Li gorî agahiyan, operasyona dagirkeriyê ya ku 18'ê hezîranê li bejahiya gundê Xirbêkûr ê herêma Çiyayê Mawayê hate destpêkirin, ber bi bejahiya navçeya Kercewsê berfireh bû.

Liv û tevgera hewayî li herêmê dewam dike. Hate ragihandin ku gelek qadên li herêma Torî ya navçeya Kercewsê ji aliyê walîtiyê mêtingeriyê ve hatine qedexekirin.

Gundê Bilêxşê ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin. Destûr nayê dayin ku gundî derkevin derve. Li qadên bejahî yên gund jî dengê çekan tê.

Her wiha şewata ku ji ber bombardûmana 22'ê Hezîranê li Çiyayê Mawayê rû da, dewam dike.