BI DÎMEN

Nasnameya 2 gerîlayên ku li Mawayê şehîd bûn, hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Mawayê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Gelê me yê Botanê ku milîtanên hêja yên mîna Axîn û Şervan ji nava xwe derxistin holê, bi berdêlên di têkoşîna azadiyê de dayî bû israra di jiyana bi rûmet û welatparêziyê de.”

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎDAN

HPG’ê got: “19’ê Hezîrana 2024’an di navbera hevrêyên me yên li herêma Mawa ya Botanê û dewleta Tirk a dagirker de şer derket. Di êrîşên dijmin de milîtanên fedayî yên Apoyî hevrêyên me Axîn û Şervan şehîd bûn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd, ev tişt diyar kirin:

“Hevrêya me Axîn şopdara jinên bi wêrek ên Botanê Cahîde, Azîme, Bêrîvan, Zelal, Çîçek û Gulbaharan e. Li dijî jiyana koletiyê ya ku dijmin dixwest li Kurdistanê biafirîne, serî rakir û mîna bi deh hezaran jinên Kurd çiya weke mekanên azadiyê zanî. Hevrêya me di ferqê de bû ku jin encex li çiyayên Kurdistanê dikare ji zincîrên koletiyê rizgar bibin û di nava gerîlatiyê de bi vê armancê têkoşîn meşand û her kêliya xwe jî bi vî rengî derbas kir. Berê hevrêya me Axîn her tim li Botanê bû ku artêşbûna jinê lê şîn bûye. Li pey xwesteka azadiyê ya di dilê xwe de çû û bi cewherê xwe re hat ba hev. Hevrêya me Axîn hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi mezinkirina têkoşîna xwe nîşan da û bû yek ji mînakên herî bedew ên dirûstî, sadetî û jina bi zane.

Hevrêyê me Şervan tevî ku neçar maye ji welatê me Kurdistanê dûr jiyan bike, hezkirina welat her tim di dilê xwe de hîs kir û zanî ku wê rojekî teqez vegere xaka xwe. Bû yek ji mînakên herî şênber a asta azadiya ku ciwanên Kurd bi felsefeya Rêber Apo gihiştiyê. Hevrêyê me Şervan bi pratîk û kesayeta xwe îspat kir ku di dem û şert û mercên herî zehmet de divê sekna bi milîtanî çawa be. Weke gerîlayekî azad serbilindiya vegera Kurdistan û Botanê, timî jiyan kir. Hevrêyê me salên dirêj li Botanê têkoşiya û di vê pêvajoya ku ji bo gelê me demên azadiyê ye de, ji bo wezîfe û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne li Botanê ango li qibleya gerîlatiya Kurdistanê bû xwedî têkoşîneke destanî.

Gelê me yê Botanê ku milîtanên hêja yên mîna Axîn û Şervan ji nava xwe derxistin holê, bi berdêlên di têkoşîna azadiyê de dayî bû israra di jiyana bi rûmet û welatparêziyê de. Weke hevrêyên şehîd Axîn û şehîd Şervan em soz didin ku bibin layiqê têkoşîna azadiyê ya gelê Botan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û em ê xeyalên hevrêyên xwe pêk bînin. Li ser vî bingehî di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Axîn û Şervan, em ji hemû Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me şehîd bûne, bi vî rengî ne:

Nasnav: Axîn Gabar

Nav û Paşnav: Zeynep Ozkan

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Emîne – Abdullah

Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Hezîrana 2024’an / Botan

 

Nasnav: Şervan Botan

Nav û Paşnav: Şakir Erdemcî

Cihê Jidayikbûnê: Mêrsîn

Navê Dayik – Bav: Hatûn – Sadûllah

Cih û Dîroka Şehadetê: 19’ê Hezîrana 2024’an / Botan

AXÎN GABAR

Hevrêya me Axîn bi eslê xwe ji gundê Bana yê girêdayî Basa ya Şirnexê, weke ferdek a malbateke welatparêz û dilsozê nirxên Kurdîtiyê li Cizîra Botan hat dinê. Malbata hevrêya me Axîn Gabar polîtîkayên dijmin ên ferzkirina cerdevantiyê qebûl nekir. Ji ber ku sala 1993’yan gundê wan ji aliyê dewletê ve hate şewitandin, malbat neçar ma koçî Cizîra Botan bike. Malbata hevrêya me Axîn li vir jî rû bi rûyê zextên dijmin ma, tevî van hemû hewldanan ji sekna xwe ya welatparêziyê tawîz neda û bersiva pêwîst da dijmin. Malbata wê ya hêja zarokên xwe jî bi vê zanebûnê mezin kir û bû xwediyê sekneke ku ji hemû gelê Kurd re bibe mînak. Hevrêya me Axîn Gabar li Cizîra Botan ji dayik bû û mezin bû, di temenê xwe yê biçûkahiyê de êşkence û zextên li malbata wê hatine kirin bihîst. Hevrêya me ji malbata xwe rastiya dewleta Tirk fêr bû û hîna di wê temenê de li hemberî dijmin bû xwedî bertekek mezin. Hevrêya me hîna di temenê biçûkahiyê de bû xwedî sekneke ku tawîzê nede dijmin û di heman demê de ji têkoşîna destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li hemberî dagirkeran, bandor bû û gerîla weke lehengên zarokatiya xwe diyar kir. Di salên 1990’an de xizmên wê yên nêz şehîd Fahrettîn Sezgîn, şehîd Çîçek – Halîde Ozkan, şehîd Hasan Sezgîn û şehîd Ferman Gabar tevlî nava refên gerîla bûn û şehîd bûn. Hevrêya me bi çîrokên destanî yên van hevrêyan mezin bû û hezkirina xwe ya li hemberî gerîla hîn mezintir kir. Tevî hemû polîtîkayên asîmîlasyon ên dijmin û tevî ku li dibistanên dewleta Tirk xwend, çanda Botan a qedîm û zimanê xwe parast. Hevrêya me bi vî rengî bersiva herî bi wate da dijmin. Hevrêya me Axîn ji ber zextên dijmin gundê xwe nedîtibû, lê di temenê ciwantiyê de derfet dît ku gundê xwe bibîne. Cara destpêkê li vir lehengên zarokatiya xwe gerîla dîtin. Hevrêya me ji jiyan, hevrêtî û sekna milîtanî ya gerîlayên ku destpêkê dîtî bandor bû. Bi hemû cewhera xwe bû dilsozê gerîla û partiya me PKK’ê. Hevrêya me Axîn piştî ku gerîla nas kir, bi rengekî aktîf dest bi meşandina xebatên milîstiyê kir û demek dirêj ev xebat meşand. Di pêvajoya ku xebatên milîstiyê meşandî de, hem partiya me PKK û hem jî rastiya Rêber Apo hîn bêhtir fêm kir. Li herêma ku lê ye ji bo gerîla bi rengekî aktîf têbikoşe bû xwedî kedeke mezin. Hevrêya me ji ber xebatên ku dimeşand carekê hate binçavkirin û li dijî hemû zextên dijmin sekna xwe ya şoreşgerî parast. Hevrêya me Axîn hingî ku di nava xebatên lê cih girtî de kûr bû, xwesteka xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla ji hevrêyên xwe re ragihand. Ji ber serketina xwe ya di nava xebatên meşandî de, ev xwesteka wê çend caran hate taloqkirin. Hevrêya me di vê pêvajoyê de rastiya dewleta Tirk û dijminahiya dewletê ya li hemberî gelê me, pir baş derxist zanebûnê. Xwe ji fikrî û hestiyarî bi temamî ji sîstemê cuda kir. Hevrêya me anî ziman ku êdî ji bo wê yekane qada jiyanê çiyayên Kurdistanê ye. Di sala 2014’an de vegerî çiyayên Kurdistanê ku evîndara van çiyayan bû û ji Botanê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me piştî tevlî nava refên gerîla bû, demek kurt li Botanê ma û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me li vir perwerdeya şervanên nû dît, bi lêhêrbûna xwe ya xurt xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş xist. Hevrêya me tevlîbûna nava refên gerîla weke dîtina xwe, pênase kir û anî ziman ku weke jinekê wê rastî û nasnameya xwe di nava refên gerîla de keşif kir. Lewma hevrêya me her roja borî lêhêrbûna xwe kûr kir û gav bi gav nasnameya jina azad di xwe de afirand. Hevrêya me di ferqê de bû ku têkoşîna xwe ji bo hemû gelên bindest û jinan dimeşîne. Ji bo ku bibe xwedî sekneke li gorî vê yekê, her kêliya xwe bi lêhêrbûnê derbas kir. Hevrêya me demekê li herêma Garê xebat meşand û piştre bi pêşniyara hevrêyên xwe derbasî herêma Qendîlê bû.

Hevrêya me Axîn nêzî 5 salan li herêma Qendîlê têkoşîn meşand û li vir di nava gelek xebatan de cih girt. Bi taybetî di nava xebatên KJK’ê yên têde bi cih girtî de, derfet dît ku xwe di aliyê îdeolojîk de hîn bêhtir pêş bixe. Hevrêya me di heman demê de li vir şahidî ji asta ku têkoşîna azadiyê jinê gihiştiyê re kir û di nava wê lêgerînê de bû ku têkoşîna xwe hîn bêhtir mezin bike. Hevrêya me dizanî ku jina azad di heman demê de tê wateya civaka azad. Ji bo mezinkirina cîhana xwe ya hîs û wateyê hîn bêhtir têkoşîn meşand. Hevrêya me lêhêrbûnên xwe neqşî helbest û nivîsên xwe kir, bi vê taybetmendiya xwe hem ji hevrêyên xwe re bû mînak hem jî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêya me Axîn weke milîtaneke jin dizanî ku yek ji wezîfeyên wê yên herî sereke parastina gelê me ye. Bi taybetî ji bo bibe bersiva li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên din ên ku destkefiyên gelê me lê ne dayî destpêkirin, xwest biçe qadên ku şer lê dijwar e. Hevrêya me ji bo vê xwesteka bi cih bîne, israr kir û di sala 2019’an de car din berê xwe da qada Behdînanê.

Hevrêya me Axîn ji bo fêrî taktîkên gerîla yên dema nû bibe û xwe di hunera şerê gerîla de kûr bike, li Akademiya Hakî Karer perwerdeyên îdelojîk û leşkerî dît. Perwerdeya xwe bi rengekî serketî bi encam kir û derbasî herêma Heftanînê bû ku dijmin bi dijwarî êrîşî wir dikir. Hevrêya me Axîn li vir di bin fermandariya hevrêyê me şehîd Hêjar Zozan de tevlî xebatan bû û ji hevrêtî û tarzê fermandariyê yê hevrêyê me şehîd Hêjar pir bandor bû û hêz jê wergirt. Hevrêya me bi hêz û moralê ku ji hevrê Hêjar wergirtî, bi lez dest bi xebatên pratîkî kir. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û kelecan di nava demeke kurt de bû milîtaneke YJA Starê ku hemû hevrêyên wê dixwestin pê re xebat bimeşînin. Hevrêya me dixwest li dijî êrîşên dijmin ên li ser herêma Heftanînê her tim di çeperê herî pêş de şer bike, ji bo vê yekê her tim di nava lêgerînê de bû. Bi taybetî jî bû yek ji hevrêyên me yên ku di salên 2019 û 2020’an de li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser Heftanînê, destpêkê bersiv da. Di serî de qada Xantûrê hevrêya me li gelek qadên Heftanînê di çalakiyên bi bandor ên li dijmin hatin kirin de, cih girt. Hêrsa xwe ya ku bi salan di dilê xwe de kom kiribû, di çalakiyan de nîşan da. Hevrêya me Axîn li herêma Heftanînê bi gelek milîtanên fedayî yên Apoyî re têkoşîn meşand, her şehadeta ku çêbûyî kir hinceta têkoşîneke hîn zêdetir. Piştî ku li Heftanînê hin herêm hatin dagirkirin, hevrêya me têkoşîna xwe domand û berpirsyariyên girîng girt ser xwe. Bi taybetî ji bo ku taktîkên gerîla yên dema nû bikeve pratîkê, bû xwediyê ked û hewldaneke zêde. Hevrêya me Axîn di gelek çalakiyên suprîz ên li herêma Heftanînê li dijî dijmin hatin lidarxistin de, bû xwedî ked û li vir di warê taktîk de tecrubeyên girîng bi dest xist.

Hevrêya me wezîfeya xwe ya li Heftanînê bi rengekî serketî bi cih anî û xwest ku xwe di têkoşîna azadiyê ya jinê de hîn bêhtir pêş bixe. Bawer kir ku vê yekê encex bi tevlîbûna perwerdeya li Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan, dikare pêk bîne. Li ser vê bingehê bi komek hevrêyên xwe yên jin re tevlî perwerdeyê bû. Hevrêya me Axîn esas girt ku li vir hîn zêdetir di fermandariya jinê û hêmanên PAJK’ê de kûr bibe. Fikirî ku encex bi vî rengî dikare ji vê pêvajoya dîrokî re bibe bersiv. Hevrêya me li Akademiyê ji nîqaşên kûr ên bi hevrêyên xwe yên jin re kirî de, dersên girîng derxist. Ji bo ku derbasî qada Botanê ya ku lê ji dayik bûye û mezin bûye, bibe pêşniyar kirin. Hevrêya me Axîn bi hevrêtiya xwe ya xurt, sekna xwe ya milîtanî û helwesta xwe ya zelal di hêmanên azadiya jinê de, bawerî dida hevrêyên xwe. Li ser vê bingehê derbasî qada Botanê bû û têkoşîna xwe li wir domand.

Hevrêya me Axîn gerîlatiya li Bakur a ku ked û fedekarî dixwaze bi îdîa û biryardariyeke mezin pêk anî. Bi parastina sekna xwe ya milîtanî ya li vê derê mîsyona pêşengiyê ya YJA Starê jî temsîl kir. Hevrêya me her kêliya xwe ya li Botanê ji bo derbe li dijmin bixe bi lêhêrbûnê derbas kir. Bi biryardarî û keda xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me Axîn di 19'ê Hezîrana 2024'an de li qada Mawa li dijî êrîşa dijmin bi awayekî fedaî bersiv da û heta nefesa xwe ya dawî bi girêdana ji nirxên azadiyê re gihîşt şehadetê. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêya xwe Axîn weke rênîşandera xwe bibînin û em ê xeyala Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad teqez pêk bînin.

ŞERVAN BOTAN

Hevrêyê me Şervan, weke ferdek ê malbatekê ku bi eslê xwe ji Dihê ya Sêrtê ye, li Mêrsînê li hawirdoreke welatparêz hatiye dinê. Malbata wî di encama komkujî, şewitandina gundan û zexta dewleta Tirk a mêtînger a li Kurdistanê de neçar ma koçî Mêrsînê bike. Ji ber welatparêziya malbat û hewirdorê, hevrêyê me bi hişmendî û exlaqeke kûr a Kurdbûnê mezin bû. Xwest zilm û jiyana ku dewleta Tirk layiqî gelê me dibîne fêm bike. Hevrêyê me ku di temenê biçûk de sempatîzanê tevgera me bû, bi çîrokên pêngava 15’ê Tebaxê ku ji aliyê fermandarê me yê mezin Egîd - Mahsûm Korkmaz ve li Dihê hat avêtin, mezin bû. Hevrêyê me di dema xwendina dibistana pêşî de ji ber bi zimanê dayikê nedihat axaftin nakokiyên wî destpê kirin. Hevrêyê me yê ku 8 salan li dibistanên ku dewleta mêtinger weke navendên asîmîlekirinê bi kar tîne xwend, ti carî ji xwe tawîz neda. Rastiya ku hevrêyê me nikarîbû bi zimanê xwe yê dayikê bi rehetî biaxive, hêrsa wî hîn bêhtir mezin kir. Nefreta li hemberî sîstemê, bû sedem ku hevrêyê me bikeve nava lêpirsîn û lêgerînan. Dizanîbû ku bersiva herî baş a li dijî dewleta Tirk a ku dixwaze ciwanan qirêj bike û ji rastiya wan dûr bixe, tevlîbûna nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye û li ser vê bingehê biryar da ku tevlî xebatên partiyê bibe. Di serî de hevrêyê me ku di xebatên rêxistinî de cihê xwe girt, bi naskirina Tevgera me re eşqa azadiyê di dilê wî de mezin bû. Bi mezinkirina îdîaya xwe re cihê xwe di nava xebatên tevlîbûnê de girt. Hevrêyê me di vê xebata ku veşarî û dîsîplînek mezin dixwaze, bi awayekî serketî pêk anî. Îlankirina Şerê Gel ê Şoreşgerî yê ji aliyê Tevgera me ve û şehadetên bi pêvajoya şer re hatin jiyîn, bandoreke kûr li hevrêyê me kir. Hevrêyê me Şervan fermandarê me yê hêja Nûman Amed - Ertem Karabûlût ku sala 2012'an li Amedê şehîd bû nas dikir, ji şehadeta wî gelekî bandor bû û biryar da tevlî bibe. Lê belê ji ber hin xebatên stratejîk ên Partiya me neçar ma vê biryarê taloq bike. Hevrêyê me yê ku ji ber rola xwe ya di xebatên bajarî û hesasiyeta xwe ya di xebatên tevlîbûnê de xeyala xwe ya bûyîna gerîla taloq kir, bi israra xwe ya tevlîbûna li nava gerîla û lêgerîna xwe ya derbeyê li dijmin bixe, ji bo hemû ciwanên Kurd bûye mînak. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, li metropolan û Kurdistanê bêyî mafdariya ti bêderfetiyê rewa bike, xebatên girîng meşand. Piştî nirxandineke ku rêveberiya Partiya me ji bo ciwanan di sala 2014'an de kir, ji bo tevlîbûna gerîla êdî li pêşiya xwe ti astengî nas nekir. Li dijî komkujiyên çeteyên DAÎŞ'ê yên li Rojava û Şengalê pêk anîne, xwest tevlî berxwedanê bibe.

Hevrêyê me Şervan ku sala 2014'an li ser herêma Amedê tevlî nava gerîla bû, bû şopdarê xeyalên xwe. Piştî ku demeke kurt li herêma Amedê ma, hevrêyê me berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û li herêma Metîna perwerdeya nû ya şervaniyê wergirt. Hevrêyê me yê ku ji têkiliyên hevrêtiyê yên di nava gerîla de û sekna hevrêyên wî ya li nava jiyanê bandor bû, perwerdeya şervanên nû bi rengekî serketî qedand. Bi taybetî di dersên li ser dîroka Partiyê de lêhûrbûnên kûr jiyan. Hevrêyê me ji bo layiqî lehengî, gerîlatiya ku fedaî dibe û destketiyên ku bi xwîna bi hezaran hevrêyên me yên şehîd hatine avakirin derkeve, bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve çû. Piştî ku salekê li herêma Metîna xebatê pratîkî kir, hevrêyê me pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Li ser vê esasê sala 2015'an derbasî Botanê bû ku xeyala her gerîlayeke û têkoşîna xwe xurtir kir. Hevrêyê me tevî ku şervanekî nû jî bû, di demeke kurt de pêş ket û berê xwe da xebatê. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û moral ku xwe ji ti karî neda paş, bi vê sekna xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Li dijî operasyonên artêşa Tirk a dagirker ên li Bakurê Kurdistanê ku di çarçoveya Plana Hilweşînê de dabû destpêkirin, di nava berxwedana gerîla de cih girt, bi awayekî fedaî li ber xwe da û derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me li Gabar, Cûdî, Besta, Wan, Kato û gelek herêmên Botanê pratîkek çalak meşand û tevlî gelek çalakiyan bû û bê rawestan têkoşiya. Piştî pratîkeke dijwar a bi salan, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Kêmasiyên ku di pêvajoya pratîkî de derketin holê lêpirsîn kir û ji bo ku bi gavên xurtir beşdarî pêvajoya dîrokî ya li pêşiya me bibin, lêhûrbûnên xwe kûr kirin. Hevrêyê me yê ku di Akademiya Şehîd Îbrahîm de perwerde dît, di her alî de xwe lêpirsîn kir û ji bo bendewariya Partiya me ya li hember xwe bi cih bîne kete nava hewldanan. Şert û mercên giran ên tecrîdê yên li ser Rêbertiya me û girêdana wî ya kûr a ji bo hevrêyên me yên şehîd, kir pîvana hêj bêhtir xwedî li têkoşînê derkeve û îdîayê xwe mezin bike. Xwe deyndarê şehîdên me dît û ji ber vê bi dilsozî û bi hişmendiyeke mezin nêzî her karî bû. Di perwerdeyan de bi taybet analîzên kesayetî û parêznameyên Rêbertiya me xwend û di aliyê îdeolojî de zanabûnek bi dest xist. Hevrêyê me Şervan ku xwest encamên perwerdê di her kêliya jiyanê de nîşan bide û di her alî de alîkarî bide hevrêyên xwe, ji aliyê hevrêyên xwe ve hat hezkirin. Hevrêyê me Şervan ku milîtanekî Apoyî yê serketî bû, piştî qedandina perwerdeya xwe, pêşniyar kir ku careke din derbasî Botanê bibe. Pêşniyara hevrêyê me ku her qada Botanê nas dike û salên dûr û dirêj li wir pratîk meşandiye, hat qebûlkirin. Hevrêyê me yê ku di zanabûna ruh û pêwîstiyên serdemê de berê xwe da herêma Gabarê ya Bakurê Kurdistanê, bi gotina ‘Warê Şehîd Egîd, Şehîd Gulbahar, Şehîd Kerîm û Şehîd Adil ji bo me pîroz e’ xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd şopand.

Hevrêyê me Şervan ku li Amedê dest bi meşa xwe ya azadiyê kir û li herêmên Metîna, Besta, Cûdî, Kato, Wan, Garê û Gabarê dewam kir, di nava şert û mercên herî zehmet de jî têkoşîneke bêhempa nîşan da; Bi kesayetiya xwe ya fedakar, dilnizm û gihîştî, di dîroka me ya têkoşînê de şopên nayên jibîrkirin hişt. Hevrêyê me Şervan di 19’ê Hezîrana 2024’an de li herêma Mawa di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku hevrêyê me Şervan radestî me kiriye bi serketinê tacîdar bikin û li ber bîranîna hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.”