BI DÎMEN

9 şehîdên malbata Avras li Dusseldorfê hatin bibîranîn

9 endamên malbata Arvas ên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne li Dusseldorfê hatin bibîranîn. Xizmê şehîdan Hamdullah Arvas gerîlayên ku îro xeta berxwedana ku Şêx Saîd ji civaka Kurd re mîrate hiştiye didomînin, silav kir.

ŞEHÎDÊN MALBATA ARVASÎ

Malbata Avras a ku ji navçeya Tetwan a Bedlîsê ye û endamên malbatê yên di dîrokên cuda di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne M. Nûrî Avras (Şahîn), Behçet Avras (Felat Artos), Sabrî Avras (Harûn), Mazlûm Avras (Harûn Şahîn), Savda Arvas (Toprak Harûn), Abdulhamît Doner (Egîd), Abdulkerîm Avras (Harûn Şahîn), Welat Avras (Dîcle Ela) û Burhan Altintaş (Nûman) li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.  

Salona Navenda Civaka Demokratîk a Dusseldorfê (DKTM) ku bîranîn lê hat lidarxistin, bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên şehîd hatin xemilandin.

Malbatên şehîdan, rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), siyasetmedar Lezgîn Botan û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Axaftina vekirinê ya ku bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir, li ser navê malbata Arvasî Hamdullah Avras axivî. Hemdullah Avras qala şehîdan kir û destnîşan kir ku bi hezaran gerîla ji bo azadiyê şehîd bûne. Arvaî diyar kir ku heta niha gorên bi hezaran gerîlayên şehîd ne diyar in û got, dewleta Tirk bi êrîşa li ser goristanên şehîdan sûcê mirovahiyê kiriye. Arvas bi bîr xist ku cenazeyên gelek gerîlayên di salên 1990'î de şehîd bûne li goristanên şehîdan hatin definkirin, lê dewletê tehemûlî vê yekê nekir û got ku êrîşî gorên gerîlayan kirin.

Arvas diyar kir ku weke neviyên Şêx Saîd, xeta berxwedanê ya ku wî temsîl kiriye û ji civaka Kurd re mîras hiştiye, îro di nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de bi awayekî serkeftî tê temsîlkirin û got: “Bijî têkoşîna azadiyê û yên di nava refên têkoşîna azadiyê de li ber xwe didin hezar silav ji wan re. Şehîd namirin.”

Piştî axaftina Arvas li salonê timî dirûşmên "Şehîd namirin" û "Rêya şehîdan rêya me ye" hatin berzkirin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Alî Konkurt axivî. Konkurt diyar kir ku ew şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û got ku Tevgera Azadiyê li ser xwîna şehîdan pêşketiye.

Konkurt derbarê pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev tişt anî ziman: “Hevalên gelê Kurd û Rêber Apo pêngaveke serkeftî dimeşînin.  Qonaxa yekem a vê tevgerê bi ser ket. Niha tenê yek armanca me heye, ew jî azadiya Rêber Apo ye.”

Li dû axaftinan peyama Komîteya Şehîdan hate xwendin, her wiha peyama hevjîna Şehîd Şahîn (Nûrî Avras) Nazê Avras û di heman demê de xwişka şehîd Felat Artos û şehîd Harûn e û di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de ye hate xwendin.

Di bîranînê de sînevîzyona ji bo bîranîna şehîdan hatibû amadekirin hat pêşandan. Bîranîn bi çepik û dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.