Li zozanên Qendîlê dema berxbirê ye
Li zomên Binarê Qendîlê, yên xwedî pez û merg dest bi berxbirê dikin. Ev kevneşopiya Kurdan mîna gelek herêmên Kurdistanê li zomên Qendîlê jî didome.
Li zomên Binarê Qendîlê, yên xwedî pez û merg dest bi berxbirê dikin. Ev kevneşopiya Kurdan mîna gelek herêmên Kurdistanê li zomên Qendîlê jî didome.
Li zomên Binarê Qendîlê bi destpêkirina biharê ve êdî xelk dest bi berxbirê dikin. Ev karê zehmet, hesas û qedîm e. Gelên Qendîlê bi destpêkirina demsala biharê di zoman de bi hevkarî û kolektîf karê xwe didomînin. Li zoman bi destpêkirina germahiyê re xwediyên zoman kare berxbirê dikin. Ew kar ji dîroka qedîm û heta roja me hatiye. Lê êdî ev kar ji aliyê ciwanan çiqasî neyê kirin jî yên ku dikarin berxbirê bikin jî bi kêfxweşî xwedî karê qedîm ê bapîrên xwe didomînin. Ji ber ku ev kar mîrateyeke çandî ye.
Ciwanên zomên Binarê Qendîlê ji bo fêrî berxbirê bibin bi bavê xwe re vî karê qedîm dikin û diyar dikin ku wê nehêlin ev çanda Kurdînî ya berxbirê ti caran winda bibe. Malbateke li zomên Qendîlê berxbiriyê dike ji ajansa me ANF’ê re axivî. Ciwanê ku bi navê Şivana Elî di nav zomê de hiriya pez dibire, derbarê karê xwe de wiha axifî: “Ez vî karî ji zarokatiya xwe dikim û di nav zoman de me. Ez karê birandinê jî bavê xwe fêr bûm. Bavê min jî ji bavê xwe fêr bûye. Ev karekî kevnar e û em ê berdewam bikin. Piranî bi karê zomê re mijûl dibim, bavê min û birayê min jî şivantiyê dikin.”
Şivana Elî ku temenê xwe ciwan e ji zaroktî vî karî dike û niha debara malbata xwe bi vê çanda Kurdinî ve dike, derheqê berxbirê van tiştan tîne ziman: “Her bihar em pez dibirin û hiriya wê difiroşin. Bi vê yekê re em debara xwe dikin. Li herêma me her kesê xwedan pez, bi vê yekê re debara xwe dike. Lê belê niha hirî weke berê nayê kirîn. Ji ber ku ti alikariya hikûmetê di vê mijarê de çênabe, gel teşwîq dikin ku tiştên ji derve hatiye û nexwezayî were kirîn. Lewra niha em di debara jiyana xwe de zehmetî dikşînin.”
Şivana Elî diyar kir ku bi hiriya berxbirê gelek amûrên jiyanî tê çêkirin û ev amûrên hanê ji bo gelek salan tên bikaranîn. Amûrên ku bi berxbiriyê tê çêkirin di jiyana mirovan de bi tendirust in û xîtabî çanda Kurdinî dike. Şîvana amûrên ku bi hiriya berxbiriyê ve tê kirin wiha rêz kir: “Bi hiriya berxbiriyê ferş, kulav, heyf, doşek û reşmal tê çêkirin.” Şivana anî ziman ku bi berxbirê hiriya pez tê birîn û bi vî awayî pez paqij dibin û bi tendirust in. Pezên ku hiriya wan tê birîn xweşik xuya dikin, laşê heywanan sivik dibe û ji ber germahiyê zehmetiyê nakşînin.
Şivana da zanîn ku berxbirî di demsalên germ de tê kirin û piraniya ajalên tê birîn jî mih û beran in. Cardin ji bo ev çanda kevnar winda nebe, Şivana bang ciwanên Kurd kir ku xwedan li çanda xwe derbikevin. Şivana got: “Niha ciwanên Kurd pir kêm vî karî dikin. Ciwanên Başûr niha piranî peşmêrge ne, pir kêm ciwan vî karî dikin. Berê hirî gelek dihat kirîn lê niha kes nakire. Kes amûrên bi hirî bi kar naynê. Di rastiyê de amûrên bi hirî ji bo tenduristiyê baş e.”
Şivana anî ziman ku karê berxbiriyê karekî kolektîf e û bi malbatî tê kirin. Bi saya vî karî çanda zoman û çanda kolektîfbûnê winda nabe. Şivana derbarê jiyana zom û berxbiriyê de nêrînê xwe wiha vegot: “Berxbirî bi tenê nayê kirin. Di nav karê birandina hiriya pez de karkirina kolektif jî muhîm e. Ji bo vê di nav zoman de reng û dengê zarokan jî kêm nabin. Lê şivantî ne tenê kur, jin û zarokên malê dikin. Di zoman de tiştê ku dîtir a tê kirin bi çend kesên ku karikan bi destê xwe bigirin. Ev kar jî sebir û afirînerî dixwaze. Karikên ku êdî diçin çêriyê ji bo wenda nebin û bêne naskirin bi şîşê marîfî tê daxkirin.”
Di dawiyê da Şivana gotinê xwe wiha anî ziman: “Berxbirî di nav civakan de dîrok û wate xwe heye û di nav civaka Kurdan de girîng e. Sembola maneviyat û civakbûnê ye. Divê xwedî li vê çandê bê derketin.”