Li Rûsyayê Komkujiya Pirsûsê hat protestokirin

Êrîşa bombeyî ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li hember ciwanên endamên SGDF’ê li Rûsyayê hat şermezarkirin.

Êrîşa bombeyî ya li navçeya Pirsûs a Rihayê ya li hember ciwanên endamên SGDF’ê li Rûsyayê hat şermezarkirin.

Kurdistaniyên li paytext Moskowa dijîn bi daxuyaniyeke hevpar êrîş bi tundî şermezar kirin. Li Komara Xweser a Adigey jî li ber Komeleya Çandê ya Kurd a Agirî gelek Kurdistaniyan êrîş şermezar kirin.

'DIVÊ GEL DESTÛR NEDIN DAIŞ’Ê'

Siyasetmedarê Kurd Adil Cotyar ê di daxuyaniya li ber Mala Çandê ya Kurd a li Moskowayê de axivî got: "Divê gelên Tirkiyeyê destûr nedin çeteyên DAIŞ’ê di nav sînorên Tirkiyeyê xwe bicih bike” û wiha dewam kir: “Îro roj roja ku derdorên demokratîk ên li Tirkiye û Kurdistanê di bin heman banî de têbikoşin. Ji bo ev çeteyên derveyî mirovatiyê yên di nav xaka Tirkiyeyê de bi cih bûne bên tinekirin pêwîst e gelên Tirkiyeyê nerazîbûna xwe ya demokratîk deynin holê.”

'ÇAV LI KOMKUJIYÊ GIRTIN'

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigey li ber Komeleya Çandê ya Kurd a Agirî kom bûn jî Komkujiya Pirsûsê şermezar kirin. Rêveberê Komeleya Agirî Feyzo Huseyîn ê di çalakiyê de axivî got "Hin derdorên siyasî yên hezm nekir ku gelê Kurd çeteyên DAIŞ’ê têk birin, çavên xwe li Komkujiya Pirsûsê girtin.”

'EM TÊKOŞÎNA ŞEHÎDÊN XWE XURTTIR BIKIN'

Li aliyê din, rêveberên saziyên Kurd ên li Rûsyayê daxuyanî dan û êrîş bi tundî şermezar kirin.

Seroka Organîzasyona Jinên Kured li Moskowê Tara Qadir got, "Di pêvajoyeke ewçend hesas de, ku gelê Kurd li zext û êrîşên li derveyî mirovahiyê rast tê, yekîtî û hevgirtina tevahiya gelê me karê me yê sereke ye. Ji bo her bedena ketiye binê erdê em di şînê de ne, lê belê di nava tevgera Kurd de kevneşopiyeke şîn veguhere xurtkirina têkoşînê. Ez komkujiya li Pirsûsê bi tundî şermezar dikim û bang dikim ku em têkoşîna şehîdên xwe xurttir bikin."

'DEWLETA TIRK DIXWAZE KURDAN TINE BIKE'

Serokê Organîzasyona Mezopotamya ya Parastina Mafên Kurdan li Moskowê Refîk Kamil jî bal kişand ser van xalan: "Kurd çiqasî behsa aştiyê dike, dewleta Tirk jî ewqasî zêde dixwaze Kurdan tine bike. Me ev yek li Kobanê, di dema xebatên hilbijartinê de li hemberî HDP'ê û herî dawî jî li Pirsûsê dît. Niyeteke dewleta Tirk a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Eger hebûya, wê nehiştibûya ciwanên ji bo aştiyê li Pirsûsê bûn, bihata qetilkirin. Endamên îstîxbarata Tirk, haya wan ji her liv û tevgereke li Pirsûs, bajar û navçeyên derdorê heye, gelo pêkane ku ev çeteyên DAIŞ'ê nedîtibin?! Beriya her tiştî ji ber vê qelsiya ewlekariyê deynê rayedarên Tirk e ku lêborînê ji Kurda bixwaze. Pêwîste beriya her tiştî ji malbatên mirovên di teqînê de şehîd ketine, lêborînê bixwaze."

'DIXWAZIN HERÊMÊ JI KURDAN XALÎ BIKIN'

Endamê Rêveberiya Kongreya Êzidiyan a Kurdên li Rûsyayê Ando Mişa jî got, "Dijminên Kurd, ne xema wan e çi Misilman, çi Xiristiyan, çi Êzidî, yekser êrîş dikin. Bi bikaranîna ol re dixwazin herêmê ji Kurdan xalî bikin. Êrîşa li hemberî endamên SGDF ên berxwedana Kobanê ji derdorên demokratîk re radigihandin, parçeyek ji vê planê ye. Lê belê Kurd êdî dizanin çi dixwazin û wê çawa bixwazin. Ji malbatên ciwanên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazim."