Li Qamişloyê rojek beriya cejnê

Malbatên Şehîdan wê di sibeha cejnê de tevî gelê Qamişloyê berê xwe bidin Şehîdgehan. Ji ber ku şehîd eynika doh, îro û paşerojê ye.

Me li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, amadekariyên cejnê şopand. Jinên ku çek li milê wan e, ewlekariya bajêr dikin. Gel jî amadekariyên xwe kir û berê xwe da şehîdgehan. Tevî ambargo û şerê giran jî gel bi hişmendiya civakî cenê bi coş pêşwazî dike.

Rawestgeha me ya destpêkê sûk e. Rojeke germ e, bi wesîleya cejnê her kes li sûkê tiştekî dikire.

JINÊN DEST BI ÇEK KONTROLA RÊ DIKIN

Ji ber tedbîrên Asayîşa Rojava, gel bê tirs li sûkê digere. Asayîşa Qamişloyê ji bo rojek beriya cejnê û cejnê, bi tedbîrên awarte radibe.

Piştî ku em sûkê derdikevin, berê xwe didin kolanekê. Jinên Hêzên Parastina Civakî) ku ewlekariya gel dikin, yekser mala me dikişîne. Jinên HPC-JIN ku kontrola rê dikin, di cejnê de jî bi erka xwe radibin. Ji bo avkirina jiyanê, bi xurtî bi erka xwe ya parastinê radibin. Dayik û jinên ciwan ku ji bo parastina bajarê xwe ragihiştine çekê, bi rûkenî gel pêşwazî dikin.

Malbatên şehîdan ji bo mêvanan û serdana goristanan, şehîdgehan paqij dikin û dua dikin. Li Rojava, her roja cejnê mirov zû ji xew radibin û destpêkê serdana şehîdgehan dikin. Ji ber ku şehîd eynika doh, îro û paşerojê ne. Şehîd berdêla ji bo jiyana azad e, peymana wê ye.

Malbatên şehîdan wê sibeha cejnê berê xwe bidin Şehîdgehan û cejnê destpêkê li şervanên xwe yên azadiyê ku ji bo Şoreşa Rojava canê xwe feda kirine, pîroz bikin.