BI DÎMEN

Li Pîsa Komkujiya Pirsûsê hat şermezarkirin

Li hember DAIŞ û hevkarê wê AKP’ê bi sedan kes li bajarê Pîsa yê Îtalya derketin qadan. Kurd û Îtalyayên derketin qadan peyama, 'Ruhê piştevaniya enternasyonalîst a dihat xwestin li Pirsûsê bê tinekirin li vir e ‘ dan.

Li ser banga Navenda Çandê ya Kurd û Mezza Luna Rossa Kurdistan Onlus’un ( MLRK) ên li bajarê Pontedera yê Îtalya, li Pîsa bi tevlîbûna 300 kesî meşek hat lidarxistin. Ji bajarên wek Cecîna, Fîrenze, Pîsa, Lîvorno, Pontedera, Grosetto Kurdistanî û Îtalyan tevlî meşê bûn. Meş saet 17:45'an li Piazza Vittorio Emanuele destpê kir. Di meşê de dirûşma, “Qatil Erdogan, Terorîst Tirkiye” hat gotin.

Endamên Saziyên Civaka Sivîl ên Îtalyan jî di meşê de peyama , komkujiyên li hember Kurdan wê nikaribin pergala wan a xweser a demokratîk a ava kirine xera bikin dan. Endamên Partiya Komunîst, Însiyatîfa Komunîst a li Lîvorno, endamên meclîsa şaredariya Fîrenze û Pîsa û endamên Saziyên Civaka Sivîl ên bi navê Un Punto Per û Rebeldîa jî tevlî meşê bûn û axaftin kirin. Endamê meclîsa şaredariya Pîsa Cîcîo Aureta jî di meşê de xîtabî gel kir. Aureta di axaftina xwe de diyar kir Ruhê piştevaniya enternasyonalîst a dihat xwestin li Pirsûsê bê tinekirin wê ti carî neyê tinekirin û li her cihê cîhanê wê ji bo Kobanê çalakî bên lidarxistin. Meş li ber Şaredariya Pîsa bi dawî bû.

SEROKÊ HEYVA SOR BI RAYEDARÊN HIKÛMETA ÎTALYA RE RÛNIŞT

Serokê MLRK (Heyva Sor Îtalîa) Alîcan Yildiz komkujiya Pirsûsê di asta hikûmetê de anî rojevê. Yildiz ê bi Muşteşarê Serokatiya Desteya Wezîran Claudîo de Vîncentî hevdîtinek pêk anî komkujiya çateyan DAIŞ’ê ya li Kobanê û Pirsûsê vegot. Yildiz ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ji hikûmeta Îtalya alîkarî xwest. Vîncentî diyar kir ku wê dazwazan ragihînin Wezareta Karên Derve û ya ji destê wan bê wê pêk bînin. 

...