Li pêşberî Girava Exdamarayê rûhsata ocaxa keviran dan

Li pêşberî Girava Exdamarayê ku yek ji cihê heri xweş û dîrokî yê Wanê ye, Şaredariya Geveşê ya AKP'yî rûhsata ocaxa keviran da.

Li Wanê ku van salên dawî bi HES'an, ocaxên mermer û keviran ziyaneke zêde gihaştî sirûşta wê, niha jî li qada li pêşberî Girava Exdamarayê wê ocaxa keviran were çêkirin. Ji ber ku sedema ku Şaredariya Gevaşê ya AKP'ê rûhsata ocaxa keviran da ev bû sedema helwesteke cidî.

Şaredariya AKP'yî bi dayina rûhsatê ziyanê dide dirûvê giravê lê dîsa jî dibêje, ''rapora ÇED'ê heye, wê ti ziyana wê ya sirûştî nebe''. 

Li dijî biryara ocaxa keviran gelê Wanê helwest nîşan da û li ser medyaya dijîtal kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Wanî yên ku tevlî vê kampê bûne gotin, ''Em dixwazin ev rûhsala ku dane ocaxa keviran û rapora ÇED'ê betal were betalkirin û ocaxa keviran were girtin.''