Li Kanadayê agir bi 300 cihan ket

Li eyaleta Kolumbîyaya Brîtanyayê ya Kanadayê agir bi 300 cihan ket.

Li Kolumbîyaya Brîtanyayê agir bi 306 cihan ket. Hate diyarkirin agir bêtir bi herêmên Kamploops û Carîbooyê ketiye.

Berdevkê saziya ku ku şewata daristanê dişopîne Taylor Colman diyar kir piştî roja Yekşemê 67 şewat hê nehatine tefandin.

Şewata herî mezin jî li bakurê rojavayê herêma Kamploosê çêbû. Hate diyarkirin şewata li vir li 402 kîlometreyan belav bûye.

Tê diyarkirin ji sedî 40’ê şewatê ji ber birûskê çêbûye. Li gorî servîsa BC Wîldfîre ya Wezareta Daristanê heta niha 290 hektar şewitiye.

Hate diyarkirin heta 31’ê Cotmehê li herêmên ku agir pê ketiye wê destûra derbasbûna trênan neyê dayîn.

Li gundê Lytton ê li bakurê rojhilatê Vancoûeverê di dawiya meha Hezîranê de germahî bûbû 48,6 derece û ji ber şewatê gund bûbû xwelî. 250 gundî ji herêmê hatibûn derxistin.