Li Hindistanê birûskê 27 kes kuştin

Li rojhilatê Hindistanê Bengala Rojava birûskê li mirovan da û 27 kes kuştin, ji ber bagera mûsonê balafir kete turbulansê û 8 rêwiyên balafirê birîndar bûn.

Li gorî Wezareta Îdareya Bobeletan a Bengala Rojava şeva duşemê birûskê li mirovan daye û kesên ku mirine piranî cotkar in.

Li eyaleta Bengala Rojava duşemê bayekî xurt rabû û birûsk li hin herêman ket.

Li welêt heta îlonê dema mûsonê didome û birûskên ku vedidin gelek kesan dikujin.

Her wiha balafireke rêwiyan ku ji Bombayê diçe paytexta Bengala Rojava Calcûttayê dema dadiket kete ber bagerê.

Li gorî rayedaran 8 rêwî birîndar bûn, ji van çar jê rakirin nexweşxanê.

Li gorî daneyên fermî sala 2019'an ji ber birûskê 2900 kesî jiyana xwe ji dest dan.