Li Hindistanê 184 kes mirin, milyonek kes hatin veguhestin

Di encama barana dijwar a muson ên li Hindistanê  de herî kêm 184 kes mirin, nêzî milyonek kes jî neçar man bên koçkirin.

Li eyaleta Kerala ya turîstî ya dikeve başûrê welat di nava du mehên dawî bû cara duyem ji ber mercên hewayê  bûye eyaleta herî zêde li Hindistanê bandor bûye.

Ji ber baranên musonê li balafirgeha netewî ya Kochî hefteya borî 3 rojan li ser hev girtî ma.

Berdevkê polîsan ê Karala Pramod Kûmar ê ji AFP’ê re axivî got: “Herî kêm 76 kes mirine, 58 kes winda, 32 kes jî birîndar bûne.”

Li heman eyaletê ji ber lêhiyê 288 hezar kes ji bo kampên alîkariya yekem hatin veguhestin. Li eyaleta Keralayê ji ber lêhiya rabûbû, berdêlên sedsalên herî dawî yên giran hatibû dayîn, 450 kes mirine.

Li eyaleta Karnataka ya cîran jî lêhiya herî xedar a salên dawî pêk hatiye. Li vê eyaletê 42 kes mirin. Li gorî hikûmetê 580 hezar kes hatin veguhestin.

Li eyaletên Maharashtra û Gûjarat ên dikevin rojava jî bi kêmanî 66 kes mirin, deh hezar kes li kampan hatin bicihkirin.

Her wiha ji ber lêhiyê gelek rê û rêyên sereke xirabûn, Hêzên Esmanî û Deryayî jî tevlî xebatên alîkariya bajar bûn.