Li Fransayê yasaya avûhewayê: Firînên navxweyî yên kurt têne qedexekirin

Li Fransayê ku ji bo têkoşîna dijî germbûna cîhanî yasa tê nîqaşkirin, Meclîsa Netewî xala ku firînên navxwe yên di navbeyna hin bajaran de qedexe dike, qebûl kir.

Meclîsa Netewî di rûniştina ''Yasaya Avûhewayê'' de ku ji bo têkoşîna dijî germbûna cîhanî hatiye hazirkirin, xala ku firînên navxwe yên ku alternatîfên wê hene qedexe dike, qebûl kir. Di gotebêjên destpêkê de xala ku hatiye qebûlkirin, firînên di navbeyna Parîs, Lyon, Nantes an jî Bordeauxê vedihewîne.

Xala ku hatiye qebûlkirin gemariya ji ber firîna balafiran bi rengekî 'sembolîk' jî be pêşî ji bo ku pêşî lê bigire, di navbeyna wan bajaran de ku seyehata bi trênê ji 2,5 saetan kêmtir e, firîna balafiran qedexe dike. Bi vî rengî gemariya ji ber firînên beleheq wê ji holê were rakirin.