Li Ermenistanê karesata lehiyê

Li Ermenistanê ku welatekî Qafqasyayê ye, rayedaran daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê di lehiya çêbûyî de, kesekî jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 200 kes hatin tehliyekirin.

LI ERMENISTANÊ LEHÎ

Li gorî Wezareta Karên Hundir ji ber barana tund lehî rabûye, di encamê de li herêma Lorî ya li bakurê Ermenistanê kesekê jiyana xwe ji dest da, kesek winda ye û 232 kes jî hatin tehliyekirin.

Wezaretê diyar kir ku çendek pirên ku vê welatê çiyayî girêdayî Gurcistanê dike û hin beşên otorêyekê, ji ber tejîbûna çemê Debed texrîb bûn.

Şîrketa rêyên hesinî ya neteweyî ragihand ku ji ber hezînên erdê, hemû seferên trenê yên diçin Gurcîstanê betal kirine.

Serokwezîr Nîkol Paşinyan serdana herêma ku ji erdhejê bandor bûye, kir. Ji Berdevkiya Serokwezîr Nazelî Bagdasarayan li ser medyaya dîjîtal daxuyanî da û diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê, dewam dikin.

Li gorî Bankaya Cîhanê, li Ermenistanê her sal 40 hezar kes ji karesata lehiyê zirarê dibînin û ev karesat ji aliyê GSYÎH ve, nêzî 100 milyon dolar ji welêt re dibe xisar.