Li Duisburgê amadekariyên ji bo meşa 16’ê Mijdarê
Li Duisburgê amadekariyên ji bo meşa 16’ê Mijdarê ku dê Koln Deutzer Werftê bê lidarxistin bê navber didomin.
Li Duisburgê amadekariyên ji bo meşa 16’ê Mijdarê ku dê Koln Deutzer Werftê bê lidarxistin bê navber didomin.
Li bajarê Elmanyayê Duisburgê di çarçoveya xebatên meşê de, bi beşdariya Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut, Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok, Hevserokê FED-MED’ê Ahmed Konab, Hevserokê MCDK Duisburgê Yilmaz Ronî û endamên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Duisburgê, li semta Marxlohê serdana esnaf û malbatan hat kirin, belavokên meşê hatin belavkirin û banga tevlîbûna meşê hat kirin.
Di serdana esnaf û malbatan de axaftin hatin kirin û hat gotin “Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ji bo çareseriyereke siyasî ji bo pirsgirêka Kurd li Kolnê meşekê li dar bixin. Wekî hûn dizanin Rêber Apo ev 26 sal e li Îmraliyê di bin esaretê de tê girtin. Bi taybet di nav 4 salên dawî de li Îmraliyê tecrîdeke gelek dijwar heye. Ne bi malbatê re ne jî bi parêzeran re ti hevdîtin nayê kirin û her ku diçe tecrîd girantir dibe.
Em jî di 16’ê Mijdarê de mîtîng û meşekê li dar dixin. Heger ev mîtîng û meşa ku navenda wê Ewropa ye bi hêz derbas nebe û û bi sed hezaran mirov beşdar nebin dê ji bo tecrîdê nebe bersiveke hêzdar. Heger em bi hezaran biherikin Kolnê dê tecrîda li Îmraliyê bikeve rojeva dewletên Ewropî. Bi vê boneyê em serdana malbat û dostên xwe dikin û ji 7 salî heta 70 salî hemû gelê xwe bi beşdariyeke xurt vedixwînin meşa xwe.”