Ji bo şermezarkirina rejîma Îranê dawî li jiyana xwe anî
Parêzvanê mafên mirovan ê naskirî yê Îranê û Nûçegihanê Dengê Emerîkayê Kiyanuş Sencar bi armanca şermezarkirinê dawî li jiyana xwe anî.
Parêzvanê mafên mirovan ê naskirî yê Îranê û Nûçegihanê Dengê Emerîkayê Kiyanuş Sencar bi armanca şermezarkirinê dawî li jiyana xwe anî.
Medyaya Îranê ragihand Rojnamevan û Nûçegihanê Dengê Emerîka yê Îranê Kiyanuş Sencarî wek nerazîbûnek li di jî cezayên ku li girtiyên siyasî tê birîn, dawî li jiyana xwe anî.
Li gor nûçeyên ku di medyaya Îranê de hatine belavkirin, duh êvarê Rojnamevan û Nûçegihanê Dengê Emerîka yê Îranê Kiyanuş Sencarî wek nerazîbûnek li di jî cezayên ku li girtiyên siyasî tê birîn, dawî li jiyana xwe anî.
Hat zanîn ku beriya Kiyanuş dawî li jiyana xwe bîne, li ser hesabê xwe yê X’ê ev peyam belav kiribû: “Eger girtiyên siyasî yên bi navên Fatîme Sipehrî, Nesrîn Şakremî, Tomaç Salihî û Arşam Rezayî heta saet 7’ê êvarê neyên berdan û nûçeya berdana wan di malpera nûçeyan a dadwerî de neyê belavkirin, li beramberî dîkdatoriya Xamineyî û hevkarên wî, ezê dawî li jiyana xwe bînim. Nabe ti kesek li ser fikra xwe ya azad bê girtin. Nerazîbûn nîşandan mafê hemû welatiyane, piştî vê peyamê ezê dawî li jiyana xwe bînim. Me jiyana xwe ji bo eşqê daye ne ji bo mirinê.”
Rojnamevan Kiyanuş Sencarî di Cotmeha 2016’an de piştî mana çend salan li Waşintonê, vegeriyabû Îranê û çend roj piştre li Îranê hatibû girtin. Piştre rejîma Î ranê 11 sal cezayê girtîgehê û 2 sal jî derketina dervey welat lê birîbû.
Piştî ku Kiyanûş cezayê xwe temam kir, di Nîsana 2021’an de carek din çû Emerîkayê. Lê piştî demek vegeriya bû Îranê. Di mehên dawî de Sencarî li ser torên medya dijîtal mijarên siyasî û civakî parve dikir.