Şehîd Şoreş Qalat li Kolnê hat bibîranîn
Endamê Meclîsa PJAK’ê Şoreş Qalat li Kolnê hat bibîranîn.
Endamê Meclîsa PJAK’ê Şoreş Qalat li Kolnê hat bibîranîn.
Endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şoreş Qalat li bajarê Koln ê Elmanyayê hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya PJAK’ê ve hat lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyê şehîd Şoreş Qalat, Şehîdên Azadiya Kurdsitanê û Rêber Apo hatin daliqandin.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Şenge Kahraman axivî. Kahraman, Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û banga mezinkirina têkoşînê kir.
Serokê berê yê PJAK’ê Hecî Ahmedî bal kişand bi ser destkeftiyên bi saya şehîdan hatiye bidestxistin.
Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîd hat pêşandan û banga tevlêbûna meşa 16’ê Mijdarê hat kirin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.